image

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan der barê şerê Efrînê de îddia kir ku hindik maye ew bikevin navenda bajêr û Efrînê bi dest bixin.

Erdogan der barê operasyona Efrînê de anî ziman ku  ji destpêka operasyonê û vir ve 3400 endamên YPGê hatine kuştin û wiha axivî: "Hema hema em ketin Efrînê, zehf nemaye lê em ji bo dagirkirinê nakevin. Em ji bo ku Efrînê teslîmê xwediyê wî yê rastî bikin dikevinê."

Di mijara kuştina sivîlan de jî Erdogan îddiayên xwe wiha anîn ziman:

"Me tu carî mirovên sivîl ji xwe re nekirin hedef. Heke me sivîl bikira hedef Efrîn heta niha ji zû de ketibû. Bêyî ku em guh bidin propagandayê reşkirinê û bêyî destberdana ji mirovayetî, edalet û merhemetê, emê Efrîn, Minbic û seranserê bakurê Sûriyeyê ji refên qatilan paqij bikin. Hûn jî dîmenên deremirovahiyê yên ku van çend rojên dawîn li Efrînê diqewimin dibînin. Makyaja rêxistina terorê ya ku sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne, bi dafikên xwe zarokan dikuje, ta bi ta diwerive."

Erdogan herwiha behsa wê yekê kir ku hin alî hewl didin ku ji ser xwîn û hêstirên mezlûman xwe mezin bikin û got: "Saziyên me ji Sûriyeyê heta Iraqê rûyê hemû mirovahiyê spî kir."