image

Xiyaneta ku bi destê hinek Kurdan û ji bo berjewendîyên Îranê li Kerkûkê hat kirin, darbeyek mezin li Kurd û Kurdistanê xist. Bi vê darbeya bêbext kêfa dijminan li Kurdan hat û Kurd jî di xewn û xeyalên Kurdistanek serbixwe de bi tenê man.

Di derbarê têkbirina xewn û xeyalên Kurdistana mezin de Fermandeyê Sûpa ya Pasdarên Îranê Mihemed Elî Caferî pir kêfxweş bû. Caferî, li bajarê Ûrmîye yê Rojhilatê Kurdistanê kêfxweşîya xwe anî zimên û got: “ Di van mehên talîyê de me xewn û planê Kurdistana mezin ji kokê de vemirand”.

Mihemed Elî Caferî, li bajarê Ûrmîyê di merasîma bîranîna kujtîyên Komara Îslamî de axivî û anî zimên ku “dijmin (Amerîka) di her warî de dixwaze ewlehîya navçeyê têk bibe û yek ji planê dijmin jî planê Kurdistana mezin e”.

Li gor Caferî, wan (Îranê) bi alîkarîya xiyanetkarên Kerkûkê xewn û planê Kurdistana mezin têk biriye û ji kokê de vemirandiye.

Z.B