image

Åžêwirmendê Barack Obama û pisporê polîtîkayên navnetewî, ewlekarî û îxtîxbaratê Bruce Riedel, di derbarê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û nepiÅŸtrastîya Kurdan a li hember Amerîkayê nirxandinek nivîsand.

Riedel, di nirxandina xwe de bal kiÅŸand ser wê yekê ku Kurdên BaÅŸûr rojên xwe yên herî xerab yên serxwebûnê li paÅŸ xwe hiÅŸtine û got: „Mesûd Barzanî ji ber ku Amerîkayê  Kurd bi tenê û devûrû hiÅŸtin, dev ji erka xwe berda“.

Bruce Riedel, da zanîn ku cara pêÅŸîn Barzanî di 31ê Tîrmeha 1992an de serdana Qesra Spî kiriye, lê Barzanî ji ber ÅŸik û gumanên xwe yên li hember Amerîkayê pir bi zehmetî hatiye qanî kirin û bê dilxwazî serdana Qesra Spî kiriye. Riedel dibêje: „Ji 6 serokên mixalif ên ku ji bo Qesra Spî hatibûn vexwendin, Barzanî yê herî pêbawer bû. Ji ber ÅŸik û gumanên wî yên li hemberî Amerîkayê, dîsa yê ku herî zehmet hat qanî kirin û hat Qesra Spî jî, dîsa ew bû“.

Bruce Riedel, di dewama nirxandina xwe de behsa bavê Mesûd Barzanî jî dike û dibêje: „Bavê wî Mistefa Barzanî, di destpêka salên 1970î de serhildana li hember Bexdayê birêve bir. Bi zor û zehmetî be jî Kurdan artêÅŸa Iraqê ji piranîya deverên Kurdistanê derxistin û biserketin“.

Riedel behsa bêbextîya Amerîka, Îran û Iraqê dike û dibêje: „Di 1975an de Åžahê Îranê bi Saddam Hisên re peymanek sînor îmza kir û Kurd terkî felaketê kirin. Amerîka, ji nefîkirin û koçberîyek ewle pêve tu alîkarîyek bi M. Barzanî û Kurdan re nekir. Ji ber ku Kurdan bawerî bi hevkarên xwe anîbûn, bedelek pir mezin dan. M. Barzanî, rojên xwe yên mayî li Vîrgînîayê di nefîbûn û koçberîyê de derbas kir“.

Riedel, behsa salên 1980î jî dike û dibêje: „Di 1980an de Kurd bi rejîma ÅŸoreÅŸa Îranê re beÅŸdarî ÅŸerê Îran û Iraqê jî bûn. Gava ÅŸer tewa bû, Saddam Hisên li bemberî Kurdan ji berê zalimtir û barbartir bû. WaÅŸîngtonê dîsa tiÅŸtek nekir. Bi hezaran Kurd hatin kujtin, bi deh hezaran Kurd koçberî kampên Saddam Hisên bûn. Desthilatdarîya Reagan li hember Îranê li kêleka Saddam Hisên bû û ji bo Kurdan tu tiÅŸtek nekir“.

Riedel, piÅŸtî ku behsa dema Georg Bush û Clînton dike, mijarê tîne ser dema herî dawîn û xiyaneta ku li Kerkûkê rû daye û dibêje: „ Îranê li dijî Barzanî plana malwêranîyê pêk anî. Ji ber sersarî û xemsarîya Qesra Spî, Tehranê serdestî bidest xist. Stratejîya hiÅŸk û gef û zirtên Trump ji Ayetûllah û Mihafizên ÅžoreÅŸa Îranê re virt û vala û pûç derket. Nifûsa herî zêde Amerîkanî li Iraqê çong danî erdê. Ji ber ku ne li kêleka Kurdan bû, Barzanî carek din Amerîka sûcdar kir. Çekên Amerîkî ji alî Iraqîyên piÅŸtgirên Îranê ve ji bo têkbirina hêzên Kurd hatin bikaranîn. Barzanî xwedîyê dozek baÅŸ e. Kurd çawa ku di ÅŸerê dijî Saddam û El Kaîdeyê de bûn hevkar, di ÅŸerê li dijî ÎÅžÎDê de jî hevkarek navendî bûn. Lê Amerîkî bi dehê salan xwedîyê helwesta xwe man (ango qet alîkarîya Kurdan nekirin). Mesûd Barzanî mafdar bû“…

Z.B