image

PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka Brett McGurk kir û di hevdîtinê de herdû aliyan behsa hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û proseya hilbijartinên Kurdistanê kirin.

Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Brett McGurkê Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê kir.

Di hevdîtinê de ku Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, her dû aliyan di derbarê hewlên dawî yên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê û rûniştina 15 ê vê mehê ya Parlamentoya Iraqê de gotûbêj kirin.

Her wiha di vê civînê de behsa proseya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kirin û tekez jî li ser hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ya li berdewambûna şerê dijî DAIŞê de kirin.