image

Îran li Rojhilata Navîn bûye mak û kanîya teror û terorîstan. Êdî herkes di vê mijarê de hemfikir e; Îran dayika terorîzmê ye û divê rê li ber pêÅŸketin û xurtbûna wê bê girtin.

Ji alîyekî desttêwerdan û kontrolkirina Iraqê, ji alîyekî piÅŸtgirîya Husî yên Yemenê, ji alîyê din piÅŸtgirî û hevkarîya bi Hizbûllah a Lubnanê û rêxistinê radîkal yên li herêmê û Sûrîyê, eÅŸkere dike ku Îran bi alîkarîya Rûsyayê pir berfireh dilîze, dixwaze xwe bi xet û korîdora   „Hîva Åžîe“ bighîne Derya Spî. Bêguman xurtbûn û pêÅŸketina Îran û Rûsyayê hem ji bo dewletên Sunnî yên kendavê, ji bo Amerîka, Îsraîl û dewletên Rojava xeterîyek mezin e û divê rê li ber vê yekê bê girtin.

PiÅŸtî ku rêxistina Husî ji Yemenê fuze avêt paytexta Siûdî Erebistanê û ev fuze wek fuzeya Îranê hat qebûlkirin, nêzîkbûna Siûdî Erebistan û Îsraîlê jî zêdetir bû. Hewldana darbeya li S. Erebistanê, desttêwerdanên Îranê yên li Yemen, Iraq, Sûrîye û Lubnanê, hem di warê aborî de, hem jî di warê leÅŸkirî de S. Erebistan û Îsraîl nêzîkî hev dike û wan di heman berjewendîyan de digihîne hev.

Rayedarên Îsraîlê êdî bi eÅŸkere daxuyanîyên ji bo hevkarîya S. Erebistan û Îsraîlê didin raya giÅŸtî. Îstîfa kirina Harîrî, daxuyanîyên tund yên li dijî Lubnanê û qedexekirina geÅŸta hemwelatîyên S. Erebistanê, endîÅŸe û gumana êrîÅŸkirina Îsraîlê ya ser Lubnanê zêdetir kirin.

Di derbarê Îranê de daxuyanîyên hiÅŸk yên S. Erebistan û Îsraîlê wek nîÅŸana nêzîkbûn û hevkarîya S. Erebistan û Îsraîlê tê nirxandin. Li hember xurtbûna Îranê ya li Iraq, Sûrîye, Lubnan û Yemenê, dengên rayedarên Îsraîl û S. Erebistanê bilindtir dibin.

Di vê derbarê de serokê partîya Habayît Hayehûdî û Wezîrê Perwerdeya Îsraîlê Naftali Bennett, berî demekê ragihand ku du armancên Îsraîlê hene: 1-Astengkirina pêÅŸketina Îranê ya li herêmê. 2- Bi dijberên Îranê re pêkanîna hevkarîyê.

Bennet, her çiqasî di axavtina xwe de navê S. Erebistanê neanî ser zimanê xwe jî, lê rojnameyên Îsraîlê di wê bawerîyê de ne ku îhtîmala hevkarîya Îsraîl û S. Erebistanê pir zêdetir bûye. Rojnameya Jerûsalem Post di nivîsek xwe de bal kiÅŸand ser gotinên kevnewezîrê berevanîyê Moshe Yaalon ku gotibû „Li dijî tehdîtên nukleerî yên Îranê yekîtîya Îsraîlê û welatên Sunnî yên Ereb pêwist e“ bi bîr xist û got: „Îsraîl û S. Erebistan karin bibin hevkarên nû“.

Ji alîyê din, rojnameyên Tirkîyê jî behsa têkilî û hevkarîya aborî ya Îsraîl û S. Erebistanê dikin û radigihînin ku „PiÅŸtî serdana Trumd di warê aborî de têkilî û hevkarîyên Îsraîl û S. Erebistanê xurttir bûne“ û gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bi bîr tînin ku gotibû: „Hêvîdarim rojekê serokwezîrê Îsraîlê jî karibe ji Tel Avîvê bifire Riyadê“.  

Li alîyê din, Serokê Hizbûllah a Lubnanê Hasan Nasrallah, sedema îstîfakirina Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî bi S. Erebistanê ve girê dide û dibêje ku „S. Erebistan êdî zêdetir desttêwerdanan di Lubnanê de dike û dixwaze serokwezîrekî girêdayî xwe bîne ser desthilatdarîyê. Herweha S. Erebistan zixtê li Îsraîlê dike ku êrîÅŸî ser Hizbûllahê bike û ÅŸer bide destpêkirin“.

Di her halûkarê de, nêzîkbûn û hevkarîya S. Erebistan û Îsraîlê ji ber çavên pisporan nareve. Tifak û hevkarîya S. Erebistan û Îsraîlê ya li dijî Îran û rêxistinên pê ve girêdayî, wek guhertina qeder û mêzîna Rojhilata Navîn tê nirxandin.

Z.B