image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî diyar kir ku têkiliyên wî digel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî baş in û bi saya van têkiliyan gihîştine çareseriyê.

Îbadî, pêşwaziya Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî kir û li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê nirxandin kirin.

Serokwezîrê Iraqê di civînê de destnîşan kir ku wan bi Herêma Kurdistanê re li hev kiriye ku desthilata balafirgehan derbasî hikûmeta navendî bibe. Herwiha got hikûmeta Kurdistanê piraniya berpirsiyariyên xwe aniye cih û wiha axivî: “Em dixwazin têkiliyên Hewlêr û Bexdayê wiha bihêz berdewam bike û welatiyên me zirarê nebînin.”

Îbadî pesnê Nêçîrvan Barzanî jî da û got: “Bi xêra têkiliyên me yên xurt digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî em gihîştin çareseriyê.”