image

Hersê tevger û partîyên ku alîgirên Îranê û Bexdayê ne, ango Tevgera Goran, Komel û Koalisyona ji bo demokrasî û Edaletê (Berhem Salih), li herêma Kerkûk û deverên ku neketine bin desthilatdarîya Kurdistanê, bi hev re beşdarî hilbijartinan dibin.

Hat ragihandin ku hersê tevger û partîyan, berî hilbijartinên Iraqê biryar dane ku peymanekê îmze bikin û  di bin navê „Netewî“ de beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin.

Her sê tevger û partîyên ku wek alîgirên Îranê û Bexdayê tên naskirin, hefteya çûyî bi heyetekê serdana Bexdayê kiribûn û bi rayedarên Bexdayê re hevdîtin kiribûn. Serdan û hevdîtina wan wek parçekirina hêza Kurdistanê hatibû nirxandin û ji alî partîyên din yên Kurdistanî ve hatibû rexnekirin.

Hevkarîya van her sê partîyên alîgirên Îran û Bexdayê, ku her sê jî dijberên PDK û Barzanîyan e, carek din nîşan dide ku wê Kurd bi lawazî û parçebûyî beşdarî hilbijarinên Iraqê bibin. Helbet ev yek jî ne li xêra Kurdan, lê li xêra Îran û Bexdayê ye.

Z.B