image

Li navenda bajarê Qersê ku dikeve ser sînorê Ermenistanê û bajarekî serhedê ye, ji ber berf zêde bariya, sibê hemû dibistan hatin tatîlkirin. Wê xwendevanên dibistanên seretayî, nawendî û lîse neçin dibistanê.

Parêzgerê bajarê Qersê ragihand ku ji do êvarê de berf her diçe zêde dibare û ragihandin bi zahmet dibe. Ji ber wê jî dibistanên nav bajêr û navçeyên wê hemû heya sibê êvarê hatin tatîlkirin.

Parêzger her weha ragihand; ji ber barana berfa zêde xebatkarên dewletê yên seqet û bi hemil wê sibê necin ser karên xwe.