image

Nivîsa Nivîskaê ereb Farûq Yûsifî ya di malpera Middle East Onlaineê de bala raiya giştî dikişîne ku Yûsifî di nivîsa xwe de dibêje:"Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî teslîm nebûye, lê li benda wê ye bê gelo reqîbên wî yên kurd dê çi bikin."

BARZANÎ NE Lİ BER ÇAVANE LÊ TİM BANDORA WÎ HEYE

Yûsifî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser sibêroja kurdan û dibêje Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî, her çend êdî ne li ber çavan be jî, lê her bandora wî heye. Farûq Yûsifî di berdewamiya nivîsa xwe de cih dide van gotinan:"Tiştê balkêş ew e ku Mesûd Barzaniyê ku daxwaza cihêbûnê (serxwebûnê) kiribû xwe da ye aliyekî, wek ku têkçûna xwe qebûl kiriye, lê ev tişt biguman e, ji ber ku ev zilam xwedan têkoşîneke neteweyî û têkiliyên navdewletî ye ku dikare bi wan gelek manewreyan bike û bi wan serhişkiya hikûmeta Bexdayê bişkîne ku dizane bê çiqasî jihevketî ye."

Yûsifî dibêje:" Di nerîna min de, Barzanî bi temamî teslîm nebûye, lê mêrikî biryar daye ku xwe bide alî û binere bê gelo reqîbên wî yên kurd dê li ser asta çareserkirina kêşeyan li gel Bexdayê di warê aborî de çi bikin."