image

Peyamakurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina îro Pêncşemê ya bi Balyozê Belçîkayê yê Iraqê Hendrik Van de Velde de ragihand, Kurdistan ji bo destpêkirina gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsgirêkan amade ye.

Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de proseya hilbijartinê, yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê û amadekariyên kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rojevê û Belçîkayê pêşketinên Herêma Kurdistanê di warên cuda de bi taybetî di warî aborî de bilind nirxandiye.

Herwiha di civînê de rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû mijareke din a gotûbêjan bû, Balyozê Belçîkayê daxwaza beşdariya bihêz a aliyên Kurdî di nav hikûmeta Iraqê de kir daku bi awayekî ji hemû aliyan ve xizmetguzariyê bo pêkhateyên Iraqê berdest bike û pirsgirêkên navebra Hewlêr û Bexdayê jî çareser bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Barzanî jî amadebûna Kurdistanê bo destpêkirina gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û herwiha çareserkirina hemû pirsgirêkan di civînê de aniye ziman.