image

Pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ji Kurdan re gavek dîrokî û pîroz bû. Dinya û alem pê hisiya ku milletê Kurd serxwebûnxwaz e û ew jî dixwaze wek milletên cîhanê xwedîyê dewleta xwe be.

Her çiqasî gellek alî referandûm ne di cîh de dîtin û li dij derketin jî, lê êdî tîr ji kevanê derket û milletê Kurd helwesta xwe eşkere û zelal kir. Li hember hemû gef û zixtên xêrnexwazan Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gav paşde neavêt û referandûm pêk anî. Sedema herî mezin a xiyaneta li Kerkûkê û bêdengmayîna Amerîka û Hêzên Hevpeyman, helwesta Barzanî û pêkanîna referandûmê bû.

Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji dezgeha Amerîkî NPR re axivî û dupat kir ku ew ji pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ne poşman e û pê re jî helwesta Amerîkayê rexne kir.

Barzanî, anî zimên ku pêwist bû Amerîka têkilîyên Kurdan û Amerîkayê berçav bigirta, li hember êrîşên Iraq û Îranê bêdeng nemaya û rê li ber êrîşan bigirta.

Serok Barzanî, herweha behsa helwesta Rûsyayê jî kir û got ku „Helwesta Rûsya ya li hember referandûmê erênî û pozîtîf bû“.

Z.B