image

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “ Operasyona ku artêşa Iraqê bo ser Kerkûk û deverên dinan kir û xwest bixe destê xwe, bi zanîna Amerîka û Îngîltere çêbû.”

Mesûd Barzanî di beyama xwe ya ku da, îşaretê bal bi Amerîka û Îngîltere ve da û got: “ Ew operasyona ji aliyê Haşdî Şabî de bo Kerkûkê bixin destê xwe hat kirin, em bawerin ku bi agahiya Amerîka û Îngîltere hat kirin.”

Barzanî, car din li ser mijara referandûma Kurdistanê rawestiya û got: “Em bawerin me di wextê de referandûmê kir. Ji ber ku hêzên Iraqî niha li van herêman nûfûs û demografiya herêman diguherînin, hêzên Iraqê dixwestin berya referandûmê vê guherînê bikin.”