image

PeyamaKurd - Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ragihand, roja 11ê Îlonê bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê dike.

Şêrwan Zirar di daxuyaniyekê de ragihand: “Roja 11ê Îlonê bangeşeyên hilbijartinan dest pê dike û roja 28ê Îlonê jî dengdana taybet ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê birêve dice.”
Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, ku komîsyonê îro civîna xwe ya asayî li dar xistiye û tekez kir: “Di civîna îro de komsîyonê lîsta hemû berbijêran pesend kir.”

Biryar e di 3ê Îlona îsal de hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê were lidarxistin.

Hilbijartinên vê care dibe pêncemîn xûla hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê.