image

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, pêşwazî  li Balyozê Sirbistanê li Iraqê Uroş Balov kir.

Di civînê de, pêşhatên dawîn li Iraq û navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên 30ê Îlonê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên herdu aliyan kirin.

Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî diyar kir, ku ew bihêvî ye astê pêwendiyan di nav gelê Kurdistan û Sirbistanê de, di hemû waran de bihêztir bibin.

Di beramber de, balyozê Sirbistanê behsa rola qaremaniya hêzên Pêşmerge kir, ji ber jinavbirina terorîstên DAIŞê û balkişand ser pêşketina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û got: Ev aramiya nimûneyî ku li Herêma Kurdistanê heye, alîkar û piştevan e da kompaniyên Sirbistanê bên Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.