image

PeyamaKurd - Qedexeya li ser balafirgehên Kurdistanê yên li Hewlêr û Silêmaniyê roja pêncşemê radibe.

Li gor ragihandina nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî qedexeya li ser balafirgehên Herêma Kurdistanê dê ji roja pêncşemê pê ve were rakirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îbadî gotiye: "Dê kontrola balafirgehên Kurdistanê di destê Wezareta Navxweyî ya Federal de be."

Firînên ji Kurdistanê ji ber referandûma serxwebûnê ku di 25ê Îlona 2017an de encam da, ji 29ê Îlonê vir ve ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibûn qedexekirin.

Tê çaverêkirin ku firînên navneteweyî ji roja pêncşemê wir ve ji Hewlêr û Silêmaniyê dest pê bikin.