image

Artêşa Tirk ku ev demek e li dora îdlîb û Efrînê bicih bibû û amadekariya operasyoneke leşkerî dikir, piştî êrîşên duhî yên bi ser hêzên YPG ve îro jî êrîşên xwe dom kirin. Li gorî agahiyan Artêşê îro dora 40 topan avêtin aliyê Efrînê.

Êrîşên Artêşa Tirk duhî dora saetekê dom kiribû û vê dawiyê ji aliyê rayedarên hikûmetê ve hatibû gotin ku eskerên tirk ji ber bersivdayîna bo YPGê çend topan avêtine. Lê îro jî berê nîvro hêzên girêdayî Artêşa Tirk careke dî demeke dirêj top avêtin bi ser Efrînê ve. Her wiha sewqiyatên leşkerî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin jî berdewam in.