image

PeyamaKurd- Erkdarekî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku gelek leşkerên Artêşa Iraqê bi cemseyên xwe ji gundê Berdiyê vekişîne.

Erkdarekî PDKê yê ku naxwaze navê xwe bibêje ji çapemeniya Kurdî re axivî û wiha got: “Di 7ê Temûzê de du yekîneyên girêdayî Heşdî Şebiyê bi çekên xwe yên giran ve ji Zumarê derketin.”

Erkdarê PDKê got ku em nizanin çima hêzên Artêşa Iraqê û Heşdî Şebiyê ji herêmê diçin, lê belê hinek îdda hene ku dibêjin hêzên pêşmergeyan wê bêne herêmê.

Berpirsê navçeya Sinûnê Xwudêda Cokî jî got ku ji bo ku Hêzên Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ji herêmê derkevin, ti biryar nîn in.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebiyê di 16 Cotmeha 2017an de ketibûne nava Şingal û Zumarê.