image

PeyamaKurd - Dezgeha medyayî AHaber ku layengirê hikûmeta Tirkiyê ye, di nûçeyeke xwe de îdia kir ku Amerîka ji ber ku ji Tirkiyê ditirse çekan ji YPGê re dişîne.

AHaber di nûçeyeke xwe ya îro 30yê Mijdarê hatiye belavkirin de, dibêje Amerîkayê herî dawî ji ser Başûrê Kurdistanê û bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 150 TIR çek, cebilxane, tankên sotemeniyê û wesayîtên zirpoşî ji hêzên YPGê yên Minbicê re şandiye.

Di nûçeyê de tê gotin, ew karwana leşkerî radestî YPGê hatiye kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê şirîkatiya xwe ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ku ligel hev şerê DAIŞê dikin ti carî navêşerin ku YPG jî hêzeke girîng ji HSDê ye.