image

Şandeke wezareta derve ya Amerîka, serdana navçeyên Rojavayê Kurdistanê kir û li gel berpirsên PYD û YPGê civiya.

Şanda Amerîkî ku bi serokatiya Max Martin serdana herêmê kir, li gel cîgirê hevserokê PYD Aldar Xelîl û berpirsên PYD Fewzî Yûsif û Bedran Çiya Kurd civiya.

Di civînê de endamên PYD ji berpirsên Amerîkî xwestin ku di damezirandina sîstema federalî de li Sûriyeyê, piştevaniya wan bikin.

Piştre şandê serdana Kobanî kir û li gel fermandeyê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Şahîn Çîlo civiya.

Herweha şanda Amerîkî li gel endamên encûmena Reqa civiya û derbarê ji nûve akirina bajar gotûbêj kirin.

Max Martin endamê şanda Amerîka bû di civînên Astana de, lê di dawîn civînên Astana de ew beşdar nebû.