image

Amerîka ragihand û got eger Tirkiye operasyon bike ser Efrînê, wê PYDê biparêzin. Albay Ryan Dillon ji Bexdayê bi rêya video konferansê tevli brîfîngê bû. Dillon ragihand û got ku wê PYDê ji êrîşên derveyê DEAŞê jî biparêzin.

Dillon li ser pirsa “koalisyon mecbûre hêzên ku li dijî DEAŞê têkoşiyane, weka Kurda, berpirsiyariyeka wan heye ku wan biparêze?” Dillon got: “Dikarim bêjim belê. Me berê jî vêya nîşan da û îsbat kir.Eger îcab bike herkesê di bin sîwana SDG ê de, Ereb, Kurd, Êzîdî û Mesîhiyan em ê biparêzin.”