image

Amerîkî dixwazin bi riya Qubat Talabanî Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan ji Komara Îslamî ya Îranê dur bixin û bi vî hawayî pêwendiyên wan ligel Îran bi dawî bînin.

Qubat Talabanî yek ji wan kesane, ku nêzîkê Amerîkayê tê zanîn û beşek zêde ji jiyana xwe li Amerikayê derbaz kiriye û li Amerikayê nuenertiya hikumta herêma Kurdistanê kiriye.

Amerîka di vê baweriyê da ye, ku Îran bandora herî mezin li ser Yekîtiyê heye û eva hanê buye sedem, ku Yekîtî sengerên bajarê Kerkuk çol kir û bi wî hawayî bajar ji aliyê Iranê ve hat dagirkirin.

Amerîkî jibo malbata Talabanî gotine, ku ew Qubat Talabanî bikin sekreterê giştî ya Yekîtiya Nîştimanî, ku bikaribin partiya wan ji bin bandora Iranê durbixin û ji xwe rêyek wan nemaye ku Bafil bikin sekretêrê giştî. Malbata Talabani jî bi vê pêşneyara hanê razî bune.

Bi sedema xiyaneta 16 çiriya pêşî ku malbata Talabanî û Îbrahim Ehmed li beramber miletê Kurd şermizar bune dixwazin bi sekreteriya Qubat Talabanî;

  1. dilê Ameriki razi bikin,
  2. ruyê xwe li beramber xelkê Kurd dubare sipî bikin

M.E