image

Çawa ku PKK li dijî parçekirina Tirkîye, Îran û Iraqê ye û naxwaze Kurdistan bibe dewletek serbixwe, PYD jî heman tiştî ji bo Sûrîyê dixwaze û naxwaze Sûrîye parçe bibe û rojavayê Kurdistanê bibe dewlet. Ji xwe sedema ku PYD naxwaze ji derveyî xwe tu partî yan rêxistinek Kurdistanî û netewî li rojavayê Kurdistanê hebe û doza serxwebûna Kurdistanê bike, ev yek e. Parçenekirina Sûrîyê!

Hevserokê Tev-Demê Aldar Xelîl, di derbarê civîn û hewldanên rawestandina şer û aştîya Sûrîyê de ji rojnamevana Tirk Gamze Kafar re axivî û dîtinên xwe anî zimên.

Aldar Xelîl, eşkere kir ku Rûsya ji wan xwestiye ew bi navê PYD beşdarî hevdîtinên Soçîyê bibin, lê wan qebûl nekiriye bi navê PYD beşdar bibin çunkî „bakurê Sûrîyê“, ango Rojavayê Kurdistanê, ne tenê ji Kurdan lê ji Suryanî û Ereban jî pêk tê û û got: „Li vir (rojava) sîstemek desthilatdarîyê heye. Me rast nedît ku em tenê li ser navê partîyekê (PYD) beşdar bibin. Emê ne wek PYD lê wek Desthilatdarîya Xweser a Demokratîk“ beşdarî hevdîtinên Soçîyê bibin“.

Aldar Xelîl, di derbarê Tirkîye û artêşa wê ya li Sûrîyê jî axivî û da zanîn ku heta Tirkîye li Sûrîyê be, wê şer raneweste, aştî neyê Sûrîyê û got: „Hikûmet û artêşa Tirkîyê û Erdogan ji roja roj de li Sûrîyê ji derveyî derxistina nakokî û alozîyan ûêve tu tiştek nekirin. Heta niha ÎŞÎD hebû, niha jî Tirkîye şûna ÎŞÎDê dagirtiye. Tirkîye naxwaze li Sûrîyê şer raweste û aştî çêbibe“.

Aldar Xelîl, di dawîyê de gepa di devê xwe de derxist, eşkere kir ku ew naxwazin Sûrîye parçe bibe û got: „Helbet divê hemû hêl beşdarî hevdîtinên Soçî û Cenevreyê bibin. Lê divê em li hev bikin. Wek nimûne, parçenekirina Sûrîyê (divê Sûrîye neyê parçekirin), Sûrîye a hemû xelkan e û divê makzagonek giştî bê amade kirin“.

Ji xwe rejîma Sûrîye, Tirkîye, Iraq û Îranê jî naxwazin Sûrîye parçe bibe û Kurd bibin xwedî dewlet. Ferqa di navbera wan û PYD yan jî Tev-Dem û Aldar Xelîl de çi dimîne, helbet cîhê pirs û meraqê ye.

Z.B