image

Operasyona Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê berdewam e û li gorî daxuyaniyên YPGê, li devera Bilbilê êrîşî serbazên Tirkiyeyê hat kirin û di encamê de, 2 serbaz hatin kuştin 13 serbazên din jî birîndar bûn.

Li gor nûçegihanê Kurdistan24ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera Bilbilê û Girê Qestelê, êrîşî hêzên Tirkiyeyê û çekdarên Artêşa Azad kirine.

Li gorî agahiyên destpêkê di wê êrîşê de 2 serbaz hatine kuştin û 13 serbazên din jî birîndar bûne. Serbazên birîndar bi helîkopteran, ji bo sînorên Tirkiyeyê hatin veguhestin û piştre jî bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên Kilîsê hatin şandin.