image

PeyamaKurd- Di 15 Gulana sala 1932yan de Celadet Elî Bedirxan dest bi weşana Kovara HAWARê kir. Ji ber vê geşedanê, ev roj wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Hawar, Kovarareke bi Kurdî bû û cara pêşî bi Kurdî kovarek dihate weşandin. Kovarê heta sala 1943yan weşanên xwe domandin. Tevde 57 hijmar weşandin.

23 hijmarên pêşî hem bi alfabeya Latînî û hem bi ya Erebî hatin weşandin. Lê ji hijmara 24an pêde, tenê bi tîpên latînî weşana xwe domand. Di Hawarê de ji xeynî Kurmancî nivîsên bi Zazakî û Soranî jî hatin weşandin.

Hinek nivîskar û helbestvanên ku di Hawarê de nivîsandine ev in: Celdet Elî Bedirxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamuran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mustefa E. Botî, Qedrî Cemal Paşa, Dr. Nuredîn Zaza, Lawê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman, Nêravan, Reşît Kurd.