image

PeyamaKurd / Hevpeyvîn: Zeynep Çağer

Wezîrê Rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Salar Osman, li ser mijarên di rojevê de, Kerkûk, Efrîn û rewşa giştî ya Kurdan bo Peyama Kurd nirxandinên taybet kirin.

Hevpeyvîna Peyama Kurd a digel Dr. Salar Osman

- Der barê rewşa Kerkûkê de hûn dikarin çi agahiyan bidine me?

- Rewşa Kerkûkê xerab e nûke, lewra şarê Kerkûkê hatiye dagirkirin, wextê em behsa şarekî dikin ku ev Kerkûk e, ew li bindestê hêzeke serbazî a hukumran de ye. Li wir bi ramaneke din jiyana civakî û peywendiyên civakî têne birêvebirin û hemû jî arîşe û problem in. Niha gelê me li Kerkûkê jiyaneke zehmet derbas dike.

Rewş hemû di bin hukmê eskerî de ye bedaxewe. 16ê Octoberê rûdaweke zor kirêt û nexweş bû. Kurd hemû li kîjan cografyayê dibin bila bibin, rojnamevan, siyasî, xelke sivîl û saziyen siyasî hemû bi hev re bêumêd kirin. Hêviya me ew ku em bişên derbasî konaxeke baştir bibin. 

Lê yekrêzî û kodengî û yekdengiya Kurdan lazim e bo me.  Divê em ji yekdengî, yekhêzî û yekhelwestiya siyasî bi hev re jiyaneke civakî çêkin. Çunkî naka jiyan di destê me de nîne û em ne yekrêz in. Lazim e em zelal xeber bidin ligel xelkê xwe, naka gelê Kurdistanê ne yekdeng in der barê pirsgirêka Kerkûkê de. Beşek ji hizbên siyasî ji partiyên siyasî bedaxewe heyf û mixabin çûne di bin bandor û hejmûna deshilata Iraqê li Bexdayê. Lêbelê ev desthilata Iraqê ne rojek li rojan diyalogê dike, wek diyalogeke saxlem, ne rojek rojan îtiraf dike ku Kerkûk xaka kurdistanê ye ne jî destûrê cîbicî dike. Em eger bipirsin bibêjin heke destûra Iraqê bihata cîbicîkirin ji aliyê siyasiyên Iraqê ve rewş dihate vê astê û Kerkûk di vê astê de dibû problem? 

Gelê Kurdistanê jî wextê referandûmê, alaya referandûmê bilind kir. Bi taybet Serok Mesud Barzanî wek rêyeke çareseriyê  bilind kir ne weke arîşe. Yanî hizrê referandûmê li dev Barzanî hizrekî çareseramêz bû bo pirsên ayindeyên Iraqê û bo hemû probleman. Ji bo wê piştî referandûmê ew îradeya nekurdî ew îradeya xwe teslîm kir bo Bexda rewşa Kerkûkê wa lê kir. Êsta bû birîn, kul û kovaneke li ser dilê hemû Kurdekî li her çar perçeyê Kurdistane û Kurdên diasporayê û Kurdên hemû dinyayê. 

- Em dikarin der barê Efrînê de raman û tesbîtên we bigirin? 

Efrîn Kerkûka Rojavayê ye. Efrîn li nav hevpeywendiyekî dewlî bi re’ya min. Wek rojnamevanek Tirkiye, Rûsya, Amerîka û rejima Beşar hemû pêkva rêkeftinek pêkanîne, rêkeftineke bêdeng. Ew rêkeftina di ware siyaset û zanista siyasî de ku dengê wê niye lê li ser cografyayê li ser realîteyê, li ser wa’qayê diyar e. Careke din civaka navdewletî, saziyên mafên mirov, Amerîka û hemû hêzên dinyayê neşiyiyan guhdarî bikin li Kurdan. Neşiyan rast bin ligel Kurdan û ligel dirûşmên xwe. Neşiyiyan ligel destûrên xwe rast bin.

 Wextê Erdogan behsa Îslamê dike bi destekê Qu'ran, bi destekî serê Kurdekî şehîde heye.
 Wextê Komara Îslamî Îran behsê dîndarî û Îslamiyetê dike divê bizane jenosîd heye bi dest wê li Tûzxûrmatûyê. Wextê Beşşar Esed behsî demokrasiyê dike bizane ji sedî 80ê xaka wî di nava av agir û sotanê de ye. Ev hemû slogan û dirûşim birastî hem li dîroka me, hem bo niha hem bo sibe diruşmên ne rastin. Divê Kurd careke dî têbigihên li dirokê me zerer kiriye îro jî zerer dikin ewe ye, em xweşbawer in bo dînê Îslamê û em xweşbawer in bi plan û peymanên siyasî yên dinyaye. Bi re’ya min ne sozên siyasiyan we'deke dirust e ne ewê beyrexa Îslamê bilind kirine. Hemû dinya bi Xwedaperestiyê siyasetê dike.Hemû dinya xerîkî berjewendiyên xwe ye.

 Lazim e Kurd jî pêkve kom bibin. Neteweya Kurdistanî, berjewendiyên Kurdistanê bixe ser her berjewendiyekê. Eger em neşên pêkve bin, Efrîn jî ji dest diçe Kerkûk jî ji destê me diçe û xakên din jî wê ji destê me biçin. Ji ber vê ez texmîn dikim vê qonaxê baştirîn teklîfa çareseriyê yekrêzî ye, çareserî yekdengî ye bo Kurdan pêkve.

- Der barê hilbijartinên ku Tirkiye amadekariye bo dike de nirxandina we çi ye? Hûn dixwazin ji bo Partiyên siyasî yên Kurd çi bibêjin? Di sala pêş de hilbijartin heye, li gor  nêrîna we divê partiyên Kurdan çawa tevbigerin?

Bedaxewe li bakurê kurdistanê Hizbên me/partiyên siyasî yên Kurdên me bi taybetî PKK neşiyaye Kurdan hemûyan kom bike. Nûke Kurd li bakur çend parçe ne.  Rast e hizr û ramanên wan cuda ne, lê lazim e cepheyeke neteweyî hebe. PKK neşiyaye cepheke neteweyî çêke. Fikrê PKK ne fikrekî neteweyiye li hemû bakur, li rojava û hinek ji rojhilatê fikreke ew fikr ew dijê neteweyiye. Çunku eger temaşa bike nûke li hemû edebiyata xwe ne peyvê Kurdistanê bikartîne ne beyraxa Kurdistanê bikartîne û ne coxrafiya Kurdistanê bikartîne, coxrafiya wekî halet wekî fak dibîne. Lazime em ewwel li bakurê Kurdistanê pirsiyar li PKK bikin li hemî dost û layengirên PKK bikin. Nûka heq e em pirsiyarekê bikin: Efrîn di nav agir de ye, Qendîl çima bêdeng e? Efrîn li nav xwîn û  agir de ye PKK li bakur çima xwepêşandaneke bi milyonan nake? Lazim e em hemî bersivên van herdu pirsan bibersivînin.
Wekî Kurdekî dipirsim:
1-Qendîl bo bêdeng e?
2- PKK bo xwepêşandanake mezin li Amed li Mêrdîn û li Urfa çênake?

Xwepêşandaneke bi milyonî, xwepêşandanake ku Erdogan têbigihê PKK dişê ew kêşa Efrîn biguhere çunku ewey êsta li gor planê Efrîn da ye û li nav hilbijartinê li nav Tirkiye ew aliyê Kurdî qerar dide eve PKK zortirîn heye. Zortirîn ji ya wan peyam zortirîn siyasetek heye. Ji aliyeki dî xelkê ne PKK ew hizbên dî gelek baş in mirovên gelekî siyasî hene lê dengê wan kêm e û lazim e PKK programek çêke ji bo Kurdistana Bakûr divê sahê li ber Kurdên din xweş bike, ji bo demokrasi zêdetir hebe û dengên Kurdan zêdetir bibin,di hilbijartinê de bitwanin serkeftin bidest bînin.

Lazim e PYD li Rojava û HDP li bakur wan û derfet û firsendan bidin birayên xwe. Nûka ew firsend, derfet li bakur nîne. Ez texmin dikim bo hilbijartinê li bakur, lazim e hemû Kurd pêkve bi ciyawaziyê xwe listeyekê çêkin. Ev axaftin rast e gelek zahmet e li gor mentiqê  dîktayî yê PKKê û li cihekî listekeyeke hevbeş nade wan. Bes nûka di vê qonaxê de baştirîn çareserî ewe ye hemû hizb pêkve lîsteyek çêkin. Eger  PKK neyête harîkariya vê lîstê lazim e hizbên li derveyê PKK hemî pêkve lîsteyekê çêkin. Hemû pêkve bereyekê çekin û ev bere ne li dijê PKKê be. Ez daîma tiştekî dibêjim; hizbên bakur lazim e dijayetî ligel PKKê nekin, dostaniyê ji PKKê re bikin. Çunkî PKK waqi'ek e li Kurdistana Bakur. PKK hêzeke çekdar e. PKK dengê xelk e. Dengê kolan, dengê sikak, dengê millî ye, dengê gel e. Bo wê lazim e bi eqlekî sar bi mentiqekî neteweyî bi hişmendiyeke Kurdistanî tevbigerin. Loma divê ne dijî PKKê, lê hevkariyê bi PKKê re bikin.
Wextê ku em bikarin du aliyan çêkin, yek jê rexê PKKê, yek jê jî rexê ne PKKê, lê herdu jî Kurdî, herdu jî Kurdistanî bin, ev ji bo ayindeya Kurdistanê baş e bi qenaeta min. Ez texmîn dikim ev yek ji bo ayindeya Tirkiyê jî baş e. Çunkî wextê Tirkiye dibêje, min dewleteke demokratîk heye lazım e hemû partiyên siyasî biçine nav hilbijartinê û deng biînin. 

Nûka partiyeke wekî HAKPARê, ruwangeya wê bo siyasetê ruwangeyeke zor realîstane ye. Partiyeke wekî PSK heye li bakurê Kurdistanê ruwangaya wê, rast e ruwangeyeke sosyalîst e lê diroka wê heye. Peşmergeyên wê hebûn, û nêrîna wê bo pirsa aştî û demokrasiyê nêrîneke zor realîstane ye. Dîdgah û şiroveya wê zelal e. Bo wê lazim e em wiha bifikirin.
1-Ya lîsteyek hemî Kurd pêkve çêkin
2- Ya du lîste çêkin listeyek PKK û lîsteyek derveyê PKKêi lê herdu pêkve mentiqên wan yek bin pêkve biçine hilbijartinê deng bînin zêdetir bo zextê çêkin li ser hikûmeta Tirkiyê.

- Rewşa Kurdistanê çawa ye?

Belê rewşa Kurdistana Başûr nûka baştir e li gor du meh beriya nûka li gor mehek beriya nûka, rewşa Kurdistanê lazim e di du-sê asteyan de xwendineke siyasî bo wê bikin:
Asta yekem – Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Gelek civîn, dîdar û kombûn çêkirine. Nûke Komelgeha Navdewletî û Civakê Navdewletî bi rêya danûstendin û diyalogê ligel Hikumeta Herêma Kurdistan wek piştevanek e ji bo Herêma Kurdistanê.
Asta duyem – Nûka Kurdistan ber bi hilbijartinêve  diçe bo Parlamentoya Iraqê. Aliyê Kurdistanê hemî pêkve tebayiyê dixwazin. Pêkve çareserî di hizrê wan de heye bo vê qonaxê
Astê sêyem – Êsta tefahum(têgihiştinek) heye li navbeyna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îbadî, belge bo vê têgihîştinê ew e duhê firokexane vekirin û îro yekem seferê Dûbey tête Hewlêrê, ev ro qerar dira ke li ser hemî fermanberên Kurdistanê mûçe dabeş bike. 
Îro hemî fermanberên Kurdistanê meaşên xwe, ratibê xwe, mûçeyê xwe werdigirin û li gor zanyariyên dev min gelek têgihiştinek zêdetir heye li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmetê Bexdayê. Ez wa dibînim hêdî hêdî rewş baştir dibe ekonomî baştir dibe, jiyana civakî çêtir û baştir dibe û hêdî hêdî Heyder Îbadî weke şexsê yekem li Iraqê têdigihê ku Iraq bi eqliyeta tifingekan bi eqliyeta serbazî bi ser nakeve. Îbadî di nav hilbijartinê û reklamê de ye.
Ji bîr nekin Amerîka Fransa û dinya lê nagere Iraq bi bê Kurdistan bijî. Bi ramaneke din lazim e Kurdistan bi hêz be. Ev axaftin wextê ku dibêjin Kurdistan divê bi hêz be ne axaftina me ya Kurdan e. Ev axaftina Amerîkayê ye, ev axaftina Fransayê ye, ev axaftina Komelgeaê Navdewletî ye bo wê ez geşbîn im. Manyariyên me hene ku hêdî hêdî rewşa Kurdistanê baştir dibe û cûle li bazarê li bazirganiyê li ekonomiyê li jiyanê xelkê baştir dibî û em piştî seçima Iraqê diçine nav prosey hilbijartinê bo Kurdistanê li vêrê Kurd hemu pêkve hilbijartin çêdikin li vêrê careke dî tabloyeke nû yî siyasî bo Başûr çêdibe û texmin dikim ev tablo tabloyeke tefahum ligel Iraq û xewnê me yî Kurdistanê xewnê me yî serxwebûyî jî maye em dişên li qonaxê dadê hêdî hêdî bi şêweyeke diplomasî bi şêweyeke aştiyane hêdî hêdî şûl bikin ser vê xewnê mezin bikin kû xewneke her Kurdekî ye li her derê, li her qonaxekê.