image

Em bi Brêz Tahsin Sever re li ser pirtûka wî ya bi navê “1925 Hareketi, Azadi Cemiyeti” axivîn. Brêz Tahsin Sever neviyê Xalid Begê Cibrî ye û di derbarê papîrê xwe û naveroka pirtûka xwe de pirsên PeyamaKurd bersivandin:

 

PeyamaKurd- Armanca we ya nivîsandina vê pirtûkê çi bû?

-Tevgera 1925an ji roja ku derketî meydanê heta îro gelek tişt li ser hatine gotin, her kesekî bi aliyekî ve kişandiye. Ev bûyereke dîrokî ye û bandor û encamên wê gelekî berfireh in. Dewlet bi rengekî xesas li serê disekine ku ev bûyer ji nifşên nû re neyê gotin an jî bi şeklê rast neyê gotin. Lê belê ez bi xwe lêkolînerek im û ji xeynî vê jî malbata min bi xwe rasterast di nava vê bûyerê de bû. Ji ber vê yekê gelek zanîn di destê me de hene ku lazim e gelê Kurd hemî jî bizanibin. Me xwest ku ev zanîn bi belgeyên xwe derkevin holê û her kes pê bizanibe. Ev ji bo min wezîfe û berpirsiyariyek e. Ev xebata min li ser bûyerên salên di navbera 1915 û 1925an de ye. Ev dem ji bo Kurdan demeke pir girîng e. Min xwest ku ez vê demê baştir bidin zanîn.

PeyamaKurd- Rola Xalid Begê Cibrî di heraketa 1925an de çi bû?

-Xalid Begê Cibrî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji bo ku Kurd jî bigihine mafên xwe yên meşrû pêşdarîya gelê Kurd kiriye û di nava gelek rêxistinan de cih girtiye. Piştî ku “Kurd Tealî Cemîyetî” belav bû, di sala 1920an de li Erziromê Cemiyeta Azadiyê saz kiriye. Hedefa wî, tenê bidestxistina mafên Kurdan yên netewî ne. Heta 20ê çileya 1924an ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hate girtin, tenê ji bo vê hedefê, bênavber xebat û têkoşîna xwe berdewam kiriye. Piştî ku Xalid Beg hat girtin, ji bo gelê Kurd, valahiyeke serokatiyê çêbû. Gelek şexsiyetên leşkerî û siyasî ji aliyê dewletên ve hatin girtin. Ji ber vê yekê serokatî ji ber xwe bi rengekî siruştî kete ser milên Şêx Seîd Efendî. Şêx Seîd Efendî, ne di nava Cemiyeta Azadiyê de bû, lê belê têkiliya wî bi cemiyetê re hebû.

PeyamaKurd- Ji ber çi navê Şêx Seîd bêhtir derkete pêş?

-Ji ber du tiştan navê Şêx Seîd Efendî derkete pêş. Ya pêşî ew bû ku di 13ê Sibata 1925an de li Pîranê serhildana ku derketî bi rengekî fiîlî di serokatiya Şêx Seîd Efendî de derket. Ya duduyan jî dewletê dixwest ku bibêjê ev serhildaneke paşverû, muteessib û yobaz e û bi navê Şêx Seîd Efendî wê tevgera siyasî ya bi rêxistinî bide paş û navê Şêx Seîd Efendî derxe pêş. Dewletê dixwest ku bi vî şiklî navê serhildanê qirêj bike û propagandayê bike. Belgeyên ku vê yekê destek dikin jî di pirtûkê de hene. Bizanibin ku dewlet navê tevgerê jî bi qerarnameyekê tespît dike.

PeyamaKurd- Ji ber çi tevger bi ser neket?

-Ji bo tevgera 1925an xaleke pir girîng jî ew e ku hê tevger tam negihabû hêza xwe û hê ji bo serhildanê amade nebûbû. Lê belê bi provekasyonekê li Pîranê bêhemdî derket. Serokwezîrê wê rojê Alî Fethî Bey dibêje ku dewlet dereng mabana, talûke wê pir mezin bûbana. Ev peyv rola provekasyona dewletê nîşan dide.

PeyamaKurd- Ji ber çi we pirtûka xwe bi zimanê Tirkî nivîsand? Çima, ne bi Kurdî ye û bi Tirkî ye?

-Ji ber hinek şertan me pirtûk bi Tirkî nivîsand. Di derbarê bûyerên 1925an de nîqaşên ku têne kirin, hema bêje hemî bi Tirkî ne. Ji xeynî vê jî kesên ku bi Tirkî dizanin jî zêdetir in. Lê belê muheqqeq divê bi Kurdî jî çapeke wê were kirin. Ji ber ku hûn eleqeyê nîşanî xebatên wiha û pirtûka “1925 Hareketi Azadi Cemiyeti” didin ez spasî we dikin. (07.07.2018- Amed)

Navdar Nenas