image

Li ser encamên hilbijartinê û rojeva Tirkiyê me nêrînên Alîkarê Serokê PDK-Sê Birêz Şerefxan Cizîrî pirs kirin. Birêz Cizîrî pirsên me bi zimanekî zelal û eşkere bersivandin:

PeyamaKurd- Wekî ku tê zanîn hilbijartineke pêşwext li Tirkiyê derbas bû û ji bo parlamenteriyê û sîstema nû encamek derkete holê. Hûn wekî siyasetmedarekî vê rewşê çawa dinirxînî?

-Heke tu bala xwe bidî encamên hilbijartinê, tê fêhm bikî ku milet îstîqrar xwest. Yanî evê ku 16 sal in li Tirkiyê serokatiyê dike, gel xwest Serokomar Recep Tayyip Erdogan dewam bike. Ji aliyê dî de gelek projeyên ku niha li pêş me ne û pir ne zelal in. Wekî mîsal gelo pergala serokatiyê wê hinek guhertinên îdarî wê bi xwe re bîne yan na. Mesela em bêjin di selahiyeta bajaran de di ya wilayetan de an jî di herêman de guhertinên federal an jî nîv federal wê çêbibin an na. Di wir de pêşeroj wê gelekî bê munaqeşekirin. Li aliyê dî jî gelek partiyên Tirkan li ser dijberiya Erdogan siyaseteke pir bême’ne dikin. Li gorî min asta siyasetê gelekî daketiye. Mirov dikare bibêje gelek peyvên kirêt ji hev re dibêjin, xebera ji hev re dikin. Mirov dikare bibêje siyaset bûye weke meydana gundekî. Te dî çawa ku çi tê ber devê mirov, hinek dibêjin. Di siyasetê de jî sewiye pir ket. Partiyên ku dewama statukoyê dixwazin, wan jî zêde tiştek bi ser nexistin. Îro mirov nikare bibêje, wele di pêşerojê de wê wiha wiha çêbibe. Lewra di destê me de ti dane tune ne. Em hinekî binêrin bê ka wê bi kû de here. Li gorî min ev dijberiya şexsî ya di siyasetê de, hebekî lawazbûn û feqiriya fikr û projeyan jî bi xwe re tîne. Lewra wextê ku mirov zêde dijberiya kesekî dike, ne girîng e kî be, û wî kesî bike armanc û hedef; siyaseteke antî filankes, yanî antî Erdogan, antî Kiliçdaroglu, antî nizam kî… Ev bi xwe re lawazbûn û feqiriya fikr û proje û exlaqê bi xwe re tîne. Yanî ku tu bibêjî, ku filankes çû, her tişt wê rast bibe. Li gorî min ev jî ne helwesteke rast e. Li Tirkiyê hebekî ev siyaset heye. Siyaseta ku mirov zêde şexsan derxe pêş; yan mirov wan bike melek û pêxember, yan jî mirov wan bike şeytan ku mirov bêje hemî xirabî û neqencî bi wan re tên, ev bi xwe re siyaseteke gelekî xirab derdixe pêş.

PeyamaKurd- Ev rengê ku li parlamentoya Tirkiyê derketiye holê, ji bo pirsgirêka Kurdî wê çi bike gelo? Îro HDP kete parlamentoyê û CHP jî berî hilbijartinê li Pirsa Kurdî xwedî derdiket. Erdogan jî got ku Pirsa Kurdî êdî tune ye. Ji bo Kurdan li gorî we wê çi bibe?

-Ez ne bawer im ku guhertinên mezin çêbibin. Ku partiyeke ku bi serê lêvan jî Pirsa Kurdî qebûl bike, têkeve parlamentoyê ew jî rengek e, ev tiştekî baş e. Heke îro HDPê bend derbas kiribe, em ê bibînin bê ka wê çi karî bikin. pergala ku hatiye guhertin, zêde rê nade partiyan ku karekî mezin di parlamentoyê de bikin. tenê di çêkirina hinek qanûnan de hinekî rola wan wê hebe, lê îro xuya ye ku tifaqa ku heye jixwe ne hewceyî wan e jî ku bixwaze hinek qanûnan derbas bike. 

PeyamaKurd- Hun helwesta HDPê çawa dibînin?

Bes di meseleya HDPê de, hinekî şermokebûn bi wan re hebû di hilbijartinê de. Bi raya min divîbû ku hinekî aliyê xwe yê Kurdî derxistibana pêş. Lê belê camêra û ciwanîkan heta ji wan dihat, digotin em partiya Tirkiyê ne. De ka em ê bibînin ku bê dikarin çi bikin di wî aliyî de. Gelek namzetên ku îro li wir in, gelo dikarin çi qasî Pirsa Kurdî baş temsîl bikin. Ji aliyê huqûqî ve ji aliyê aborî û şaredariyê ve. Ji van karan re zanebûneke pir mezin divê, ji bo ku mirov bikaribe projeyên ciddî derxe pêş. Ziraviyek ji van karan re divê. Lê ev ziravî wê bi wan re hebe tune be, ez naxwazim ji niha de bibêjim wê di sinif de bimînin an jî wê bi ser nekevin. Em ê wext bidin wan, derfetê bidin wan bê ka wê çi bikin.

PeyamaKurd- Hun helwesta CHPê çawa dibînin?

Partiya Komarî, ya CHPê; bi raya min di wir de Kurdan xeletî kirin. Muherrem İnce di meselaya Kurdan de ji Erdogan ne gelekî baştir e. Heta berî hilbijartinê bi rojekê, got ku PKK partiya terorî ye û em ê pêre têkoşînê bikin. Hevalên HDPê jî digotin em ê di tûra duyem de piştgiriya wî bikin. Li gorî min ji ber dijberiya Erdogan, mirov destê xwe bide her kesê li dijî Erdogan, ev ne siyaseteke rast e. Di meseleya Kurdî de gunehên partiya Komarî ji yê Erdogan gelekî zêdetir in. Ku tu li dîrokê jî binêrî tê vê yekê bibînî. Di dema Şêx Seîd de, Dêrsimê de… Lê di gelek tiştên dî de jî… Lê di meseleya Kurda de gunehên wê gelekî ji yê Erdogan zêdetir in. Di meselaya salên 90î de jî kuştinên ku çêbûn, Apê Musa, rehmetiê Mehmet Sincar, Savaş Buldan… Evna hemû di dema îqtîdara CHPê de çêbûn û me dengekî muxalif jî ji wan nebihîst. Lê vê carê hevalên me jî xwestin bidin dûv wan, ez vê jî wekî helwesteke gelekî xirab dibînim. Çênabe her roj tu ji vir here wir, ji wir here cihekî dî…

PeyamaKurd- Li gorî we divê Kurd çawa bikin?

Divê helwesteke bi Kurdî hebe. Yanî kî bi durustî nêzîkî meseleya Kurdî bibe, divê Kurd bikaribin bi wan re diyalogê deynin, biaxivin, pêşniyariyên xwe bêjin, têkoşînê bikin ku bikaribin enerjiyekê û hevbeşiyekê di nava Kurdan de pêk bînin. Lê mixabin ev partiyên me ji bêçaretiya xwe zêde guhê xwe dane CHPê.

PeyamaKurd- Hûn helwesta Brêz Selahattin Demirtaş çawa dibînin?

Bi rastî ez naxwazin ji ber nêrînên siyasî kesek di hepsan de bimîne. Lê Birêz Selahattin Demirtaş jî siyaseteke pir şexsî meşand. Dilê xwe bi xwe şewitand, got ez di hepsê de me û filan… Ez bi xwe dixwazim sibe bê berdan. Lê pirsgirêk ne ev e. Bes bi wî şiklî jî mirov nikare siyaseteke baş bimeşîne. Wî wextî siyaset şexsî dibe. Tu tenê xwe derdixe pêş. Min dixwest ku doza Kurd û Kurdistanê derxe pêş. Da qene em jî bi serbilindî bibêjin bila her kes raya xwe bidiyê. Lê wî mesele zêde kire şexsî û li halê xwe girî. Li gorî min feydeya wê jî zêde çênebû. Partiya wî ji wî zêdetir ra girtin û ji rayên xwe yê berê jî kêmtir kir.

Navdar Nenas