image

PeyamaKurd – Li Tirkiyê hilbijartin qediyan lê nîqaşên li serê hê jî rojevê dadigirin. Nirxandina guherandina sîstemê  li Tirkiyê ne tenê ji aliyê pisporan ve antîdemokratîk tê dîtin;  Civandina erkên rêveberiyê di yek destî de hem di çapemeniya dinyayê de û hem jî di ya Tirkiyê de neyînî tê nirxandin. Di sîstema nû de Pirsa Kurd dê bi çi şêweyê bê rojevê ev yek sedemê miraqê ye. HDP wek partiya sêyem di meclisê de ye,  dê pêşerojê çi tevgerê bike hê ne diyar e. Beriya hilbijartinê hevdîtinên di navbera Tifaqa Kurdistanî û HDPê de bi erênî encam nedabû, lewma weke pirs tê holê ku dê milê Kurdistanî yê di nav HDPê çi helwestê bigire.  Rewşa awarte berdewam e û Tirkiye di van mercan de ber bi hilbijartinên mehellî ve diçe. Li ser van mijaran Parlamenterê berê yê HDPê yê Wanê  Adem Geverî ji PeyamaKurdê re nirxandin kirin: “ Li Tirkiyê sîstem guherî lê heman rejîm e. HDPê tu carî xwe wek partiya Kurdan binav nekiriye.”


Li Tirkiyê hilbijartin qediyan lê belê dengvedana wê didome. Sîstema nû li Tirkiyê hûn çawa dinirxînin?  Dê bandoreke çawa li Kurdan bike? 


Guherandina sîstemê li Tirkiyê ji demekê dirêj û vir ve bi xebatên avakirina binesaziyan dewam dikir. Piştî hilbijartinan jî bi awayekî fermî pergal guherî. Ev model li gelek welatan heye, lê belê sîstema Tirkiyê ya nû ji ya gelekan ferq e. Bi şiklekî otorîter temamê erkan di destê serokkomar de ne. Bi qasî ku em dibînin jixwe ev rewş nehuquqî ye, halekî antîdemokratîk e. Bi ya min ev sîstem êdî li Tirkiyê dê bibe referans bo zilmeke mezin. Muheqqeq ev yek bo Kurdan jî dê wiha be. Kurd di sîstema berê de rûbirûyê çi hatibin, bê şik dê di vê sîstemê de jî rastî heman tiştî bibin. Ez dıxwazim di vir de parantêzekê vekim û li ser keyfiyeta vê sîstemê çend tiştan bibêjim.Lewma mijareke ku Kurda pê têkildarin. Raste, ji hêla teknîkî sîstem guherî lê belê rejîm heman tişt e, neguherî. Rejîma berê (Kemalîzm) çawa ku Kurd înkar dikirin, qetlîam dikirin û Kurd tune hesab dikirin; ev rejîm eynî tiştî didomîne. Ev rejîm careke din rejîmeke faşîst e. Dîsa bi gotina Yek Millet, di bin sîbera yek alê de civiya ye, tenê unîformayê xwe guherandiye. Ev sîstem cardin ji sîstema Kemalîst xwe xwedî dike lê belê fê’len bi navê Tayyibîzm tevdigere. Li gor min ev sîstem wê demeke dirêj neyê guhertin. Eger biguhere jî rewşeke demokratîk çênabe û rastiyên Kurdan ên wek ziman, çand û nasname qebûl nake. Ev sîstem tenê zirarê nade Kurdan, dê ji bo muxalifên Tirk jî rewşeke xerab derxîne holê.

HDP li Meclisa Tirkiyê partiya 3emîn e. Partî li ser esasê çepgir-sekuler hereket dike, baş wê ji bo xelkê Kurd polîtîkayeke wê hebe? Di vê mijarê de hûn HDPê çawa dibînin?

Em bi awayekî bêalî li vê meselê binêrin dê baştir be. HDPê tu carî negotiye ez partiyeke Kurdistanî me. Lê carinan jî bi armancên polîtîk gotine em partiyeke Kurdî ne. Ez bi xwe bi awayekî fermî HDPê wek partiyeke Kurdî nabînim lê bi awayekî fiîlî wek partiyeke Kurdî dinirxînim. Em çi qasî rexne bikin jî lazim e vê rastiyê qebûl bikin. Milletên li Tirkiyê jî û hetta yên Rojhilata Navîn jî HDPê wisa dibînin. Eger HDP ji vê aciz be û nexwaze wek partiyeke Kurdî bixuyê ev pirsgirêka wê ye. Eger ji vê aciz be dikare bi awayekî rehet xwe biguherîne, eger ne aciz be jî divê li vê xwedî derkeve bi şêwazekî demokratîk berjewendiyên Kurdan biparêze. HDP ji HDKê hatiye ku ew jî piranî çepgirên Tirk in. Evan bi bizava Kurdî re tifaqek kir û tifaqa xwe jî li ser stratejiyekê ava kirin. Dema em di vê çarçoveyê de li mijarê binêrin cihê aliyên Kurdistanî li vê derê hîç tunebû. Bandora çepên Tirk hebû. Ev siyasetê li gor perspektîfa xwe dîzayn dikin. Rol, misyon û giraniya derdorên Kurdistanî li vê derê hîç tunebû. Bandora çepgiriya Tirkan hebû. Aliyên Kurdistanî li wê derê mêvan bûn li gor min, yek ji wan jî ez bûm. Dema me wek Hereketa Azadiyê bi HDPê re tifaq kir, me ne weke partiyeke Kurdî dihesiband, lê şexsiyetên Kurd di navê de hebûn. Şexsiyetên Kurdistanî heta radeyekê dikarin behsa mijarên li ser Kurd û Kurdistanê bikin. Lê nikarin siyaseta HDPê li gor xwe biguherînin, loma yên li nirxên wek Kurd û Kurdistanî xwedî derdiketin xwe li wir wek mêvan didîtin. Herçiqas giran be jî lazim e em vê rastiyê qebûl bikin. Me hessasiyetên Kurdistanî li ser wan nedisepand lê me dianî ziman û daxwaz li ser wan dikirin. 

Partiyên Kurdistanî hewl dan bi HDPê re tifaqekê çêkin lê neçû serî. Hilbijartina herêmî li pêş me ye. Li gor we ev herdu alî dikarin li ser tifaqê bigihên encamekî? Li gor we divê Partiyên Kurdistanî xebateke çawa bikin?


Di vê nuqteyê em her tiştî li ser HDPê binirxînin wê ne rast be. Di vê merheleyê de lazim e em li xwe vegerin û alternatîfekê çêkin. Partiyên Kurdistanî divê di nava xwe de bereyekê çêkin û siyaseta Kurdî/Kurdistanê damezirînin. Di vir de ne tenê HDP, bi partiyên Tirkan re jî hevdîtin çêdibin. Siyaseta bi HDPê re tercihek e, lê eger em wek aliyên Kurdistanî alternatîfekê çêkin û bibin hêz ev me eleqedar dike. Wek partiyên Kurdistanî divê em bi rê, rêbaz û têkiliyên nû berdewam bikin. Em mijara tifaqê ji bo pêşeroja xelkê xwe pêwîst dizanin. Partiyên Kurdistanî, ne HDP divê bi partî û saziyên Tirkan re hevkariyê bikin. Eger neyê kirin wê doza Kurdan li cihê xwe bimîne. Ev di siyaseta dinyayê de jî wisa ye. Ji bo vê tifaq pêvajoyeke baş e. Lê tifaqa herî girîng a di nava Kurdan bi xwe de ye. Ji ber vê jî eger di ser HDPê re çêbibe, gelekî baş dibe û dê encamekî baş jî derkeve holê. 

Berî hilbijartinê hewlek ji bo vê yekê derkete pêş lê çênebû. Pêvajoyê baş dewam kir lê stratejî xelet bû û encamekî pozîtîf derneket. Ne tenê hilbijartina mehellî, hê gelek hilbijartin hene li ber me. Eger em di çarçoveya hilbijartinan de li mijarê binêrin, divê partiyên Kurdistanî û HDP şert û armancên xwe diyar bikin û hêviya xelkê neşkînin. Binêrin, tifaqa hilbijartinan metodeke pragmatîst e. Heta hilbijartin hebe stratejiyek heye û ew jî serkeftin e. Tifaqên Cumhûr û Millet li Tirkiyê mînakên vê ne. Ev jî ne li ser prensîban ji bo serkeftinê hatin kirin. Mixabin siyasetmedarên Kurd di vî warî de zeîf dimînin. Li gor daxwazên xelkê organîze nabin û encamekî kêrhatî bidest naxînin. Bi rastî hêviyeke min li ser tifaqan tuneye. Eger hûn bibêjin çima, lewra partiyên Kurdistanî bi vî terzî, bi vê sîstemê nikarin bi HDPê re hevkariyê bikin. Ji bo vê jî lazim e stratejiyekê biafirînin. Di hilbijartina giştî de tifaq çênebe, li gor min di hilbijartina herêmî de jî zehmet e. Eger em dengekî baş dernexînin wê gotina tifaqê tenê sembolîk bimîne. Eger tifaqek çêbibe, divê li gor berjewendiyên neteweyî yên Kurdan şekil bistîne û were birêvebirin. Li gor min hewceyiya herî mezin li çar parçeyan jî tifaqa di nava Kurdan bi xwe de ye. 

Mesela Kurd/Kurdistanê bi çepgiriya Tirkan re anîn cem hev. Lê ev ne rewşeke wisa ye, Kurd milletekî dîndar e. Kurd ji nêrînên dînî re vekirî ne. Li gor wê divê esasê serekî çi be?

Wek tê zanîn li Kurdistana bakur heta niha bizava Kurdî û HDPê hewl dane bigihên encamekî. Li başûr jî YNK, PDK û li parçeyên din jî hin rêxistin pêş ketine. Lê li 4 parçeyan jî tu partî sedî sed negihîştiye serkeftinê. Tu partiyê hemû Kurd negihandine hev. Bi taybet jî derdorên bawermend. Herkes dizane yên ku li 4 parçeyan jî xwedî hessasiyeta herî zêde ne Kurdên bawermend û yên Misilman in. Gelek partiyên Kurd li 4 parçeyan jî siyaseteke sekuler dimeşînin. Ev şeklê siyasetê jî ji şerê sar maye û li ser îdeolojiya materyalîst ava bûye. Bi vê rêbazê jî nikarin qismê dîndar qanih bikin. Ne wek Kurd ne jî wek dîndar, nikarin li gor pirsgirêkên wan çareseriyan bibînin. Di vê nuqteyê de ji ber ku nikarin wan hembêz bikin derdorên dîndar mecbûr dihêlin ku berê xwe bidin partiyên curbecur. Di vê pêvajoyê de eger em wek partiyên Kurd/Kurdistanî nikaribin ji pirsên Kurdên Misilman re bibin cewab em nikarin tu encamî bidest bixin. Wek Hereketa Azadiyê, me xwest armanc û baweriya wan bînin cem hev û hessasiyeta wan li ser hêza Kurdî zêde bikin. Lê mixabin partiyên sekuler ên Kurdî û dewletê rê neda vê yekê. Îmkan neda wê yekê ku dîndarên Kurd di partiyên Kurdî de cih bigirin. Di vê nuqteyê de ya divê partiyên Kurdî aliyên dîndar hembêz bikin û yan jî ji bo derketina dengê wan divê firsendê bidin partiyên Kurdistanî yên dînî.