image

PeyamaKurd Hilbijartinên 24ê Hezîranê li Tirkiyê bidawî hatin û Recep Tayyip Erdogan hemû reqîbên xwe li paş hiştin û careke din bû serokkomar. HDP jî ji bendê derbas bû û bi 5 milyon û 867 hezar dengî, rêjeya 11.70ê 67 Parlamenter şandin meclisê. 

Li Tirkiyê digel hilbijartinê gelek guherîn jî çêbûn. Ya herî muhîm jî hemû erk û desthilat di kesekî de kom bûn. Halê hazir rewşa neasayî jî berdewam e. 

Kurdan jî di hilbijartinê de piştgirî dan HDPê û Demirtaş û careke din eşkere kirin ku ew di wî welatî de roleke bingehîn, tayînker û serekî dilîzin. Kurdan bi dengên xwe ji HDPê xwest ku wan li meclisê temsîl bike û heqê wan biparêze.

Li ser van mijaran me digel Parlamenterê Şirnexê yê berê li ser lîsteya HDPê Hasip Kaplan re xeber da û ew dibêje: “Kurd, di sedsala 21emîn de milletê herî mezin ê bêdewlet e. Loma Kurd êdî nikarin bê statu bijîn. Divê hemû dinya vê bibîne û li gor vê çareseriyan peyda bike.”

Pirs û bersiv

- Li Tirkiyê hilbijartin qediyan. Bi vê sîstemê hemû erk û desthilatên birêvebirinê derbasî serokkomar bûn. Rewşa Neasayî jî didome. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Kaplan: “Piştî referandûma 16ê Nîsanê sîstema serokatiyê anîn. Lê belê qanûnên vê sîstemê nehatin çêkirin. Yanî wek mewzûat jî nehat amadekirin. Ji bo bicihbûna vê di destûrê de hin madde hene ku divê bêne guherandin. Lê ev nehatin kirin. Di heman demê de bi awayekî fizîkî divê cihê Lijneya Giştî ya Meclisê jî bihata guherandin. Madem dê hikûmet ne li Meclisê be, lazim e cihê ku Lijneya Wezîran lê ye were rakirin. Locaya Serokkomar jî heye li Meclisê, temaşe dike. Ew di heman demê de serokê partiyê ye. Yanî divê rêvebirin ne li Meclisê be. Lewra Meclis yasadanînê temsîl dike. Lê qismê herî muhîm kontrol ji holê rabû. Yanî ji bo wezîran pirsname nayên Meclisê û lêkolîn nayên kirin. Ji bo lêkolînê jî ji 301ê zêdetir îmze lazim in. Yanî bi tu awayî ji rêveberiyê hesab nayê pirsîn. Piştî vê dê Serokkomar di serê rêveberiyê de be. Meqamê Serokwezîriyê radibe. Li şûna wî dê Serokkomar 16 wezîran li gor xwe hilbijêre. Ji derveyî parlamenteran jî dikare wezîran hilbijêre ji parlamenteran jî. Lê divê parlamenter îstîfa bikin. Rewşa heyî bi vî awayî ye. Sîstema li Tirkiyê, sîstemeke otokratîk a serokatiyê ye. Dişibe serokatiyên Amerîkaya Latîn û Başûr. Li Amerîkayê jî sîstema serokatiyê heye, lê li wir ferqa di navbera hemû erkan de eşkere ye, li cem me hemû li ciyekî kom dibin. Yanî li Amerîkayê tam berevajiyê me ye. Serok diçe kongreyê bütçe û teklîfên qanûnê hazir dike, dişîne kongreyê. Dema kongre qebûl neke, dibe problem. Yanî li Amerîkayê serok nikare mehkemeyan birêve bibe. Mehkeme û meclis jî nikarin tesîrê li hikûmetê bikin. Lê li cem me tam berevajiyê vê ye. Hikûmet li ser kar e û hemû dezgeh di emrê wê de ne. Yanî mehkeme ne serbixwe ne. Dema wisa dibe denge namîne. 

Niha ji ber ku AKPê bi tena serê xwe 301 parlamenter bi dest nexistin dê MHP bi 49 parlamenteran piştgiriyê bidiyê. Ev ne sîstema dengeyê ye. Ev ne wek sîstema Fransayê ye jî. Lewra li wir jî senato heye. Li wir Meclis qanûnan çêdike û dişîne senatoyê. Yanî wezîrek li wir heta sibehê rûdinê û li benda derbasbûna qanûnekê disekine. 

- Li gor hin texmînan hin dengê HDPê ji bo derbaskirina bendê ji CHPê hatin. Li gor we çawa ye?

Kaplan: “Tiştekî wisa bibêjim: Muharrem Înce di demên dawiyê de mitîngên mezin çêkirin û ji bo sîstema parlamenteriyê were guherandin hêvî çêbûbû ku Muharrem Înce di tûra duyem de qezenc bike. Yanî bingeha hevkariyekê çêbûbû. Loma jî li Rojavayê Tirkiyê HDPê dengê xwe zêde kir. Lewra di şert û mercên Rewşa Neasayî de îqtidarê bi esker, polês û waliyan li Kurdistanê zexteke mezin çêkir. Me dît ku MHPê dengên xwe ji sedî 300 zêde kirine. MHP, ne mumkin e li wan herêman dengê xwe zêde bike. Ev gelekî eşkere ye ku li cihên di bin zexta polês û qoriciyan de dengên Kurdan hatine dizîn û bo MHPê çûne. Di encamê vê de li Hekarî û Şirnexê parlamenterên HDPê ji AKPê re çûn. Yanî parlamenterên HDPê dikevin ku ji sedî 70ê deng wergirtine ji AKPê re çûn. Eger HDPê bend derbas nekira, dê hemû ji AKPê re çûban. Ev jî dê belasebebiya hilbijartinê derxistiba holê. Ji ber van sedeman HDPê hin deng wergirtin û ji bendê derbas bû. Wek encamê vê hinek deng jî ji Înce re çûn. Yan na rayên Demirtaş di ser yên partiyê re bûn. Lê belê ji ber hîleyan bi taybetî di dengên Demirtaş de kêmbûnek dixuyê. Ev dengên kêmkirî ji namzedekî din re çûn, divê ev eşkere bibe. 

- Birêz Kaplan, we di daxuyaniyeke xwe de gotibû: “Di kongreya HDPê de bila Tirkek çav bernede cihê Demirtaş. Ev pêşniyariya min a şexsî ye, divê herkes bi hedê xwe bizane…!” Di nav HDPê de Kurd ne piranî ne. Ji bo hilbijartinên mehellî û vê rewşê hûn dikarin çi bibêjin?

Kaplan: “Ez siyaseteke reel dikim. HDP, dengên xwe ji sedî 90 ji Kurdan distîne. Rastiya civakî ya vê partiyê ev e û eger ev partî here kongreyê ez bama min dê gotiba hê cezayê hevalê me ne kesin e û loma ez nikarim wî di binê bîrê de bihêlim. Loma min got bela kes çav bernede cihê wî. Yan na sîstema hevserokiyê here di partiya me de. Lê mixabin tehemmul li hemberî vê rexneya min a sivik nehat kirin, loma min jî mesele girt. Jixwe li pêşiya me hilbijartina mehellî heye. 

Ji bo xelk namzedan qebûl bike, divê pêşhilbijartin were kirin. Yanî pêşhilbijartin, dê hemû xeyidîn û aciziyan çareser bike. Me li Şirnexê wisa kiribû û xelk gelekî kêfxweş bû.

- We gotibû, divê ji bo hilbijartinên mehellî digel partiyên Kurd tifaqeke li ser prensîban were kirin û ji bûyerên berê ders were stendin?

Kaplan: “Li şaredariyên me qeyyûm hatin wezîfedarkirin û îradeya xelkê tune hat hesibandin. Loma jî divê HDP, nebêje ezê ji sedî 50 bistînim û îhtiyaciya min bi kesî tuneye. Divê digel Partiyên Kurdî, platformên siyasî û saziyên sivîl re tifaq werin kirin. Lazim e hêz bêne civandin û hazirî ji hilbijartinê re bê kirin. 

- Tifaqa HDP û Partiyên Kurd hat rojevê lê çênebû. Li gor we tifaq çêbûbaya wê encameke baştir derneketa holê?

Kaplan: “Yanî qismen tifaq çêbû, hinekan bêyî tifaqê piştgirî dan. Lê wextê wê yekê ye ku em vê bikin tifaqeke li ser prensîban. Ev ne mijareke wisa ye ku bazariya şaredaran û parlamenteran were kirin. Divê li ser esasê liyaqetê biçin. Li hemû herêman namzedên têne hezkirin divê derkevin. Encumenî jî hene. Mesela ji bo Şaredariya Diyarbekirê hevserokatî heye, çima ji derdorên din kes nebin? Ev medot dê hêza me zêdetir bike.

- HDP êdî partiya sêyem e li Meclisê, li gor we dê li ser Pirsa Kurdî helwesteke çawa nîşan bide?

Kaplan: “Tifaqa partiya desthilatê digel nijadperest û faşîstan hêviya çareseriyê di demeke nêzîk de çênake. Lê tarîxê nîşanî me daye ku di kêliya gurbûna şer de jî hevdîtin hatin kirin û pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Ji bo Pirsa Kurdî bivê nevê dê çareseriyek were dîtin. Yanî li Rojhilata Navîn 50 milyon Kurd dijîn, ji aliyekî ve dibêjin ev hezar sal in em bi hev re ne ji aliyekî din ve jî hûnê dijminiya Kurdên Sûriye, Iraq û Îranê bikin. Ev dijminî dê bi herkesî bide windakirin, bi Tirkiyê nade qezenckirin. Kurd, di sedsala 21emîn de milletê herî mezin ê bêdewlet e. Loma Kurd êdî nikarin bê statu bijîn. Divê hemû dinya vê bibîne û li gor vê çareseriyan peyda bike. Ji bo ve çareseriyê jî li her parçeyekî rêyek heye. Mesela li Tirkiyê Pêvajoya Çareseriyê hebû, ji bo xeberdanên wê serdemê bi rehetî dihatin kirin niha 8-10 sal ceza tên birrîn. Divê hikûmet, bi taybetî Serokkomar nekeve vê dafikê. Aştiya digel Kurdan, li Rojhilata Navîn qezencê tîne, dijminî dide windakirin.” 

- Birêz Kaplan, eger HDPê winda kiriba dê gotibana Kurdan winda kir. Dema tê gotin HDP, Kurd têne bîrê. Ev yek di biratiya xelkan de sîstematîze dibe. Ev çawa çêdibe?

Kaplan: “Bêguman wisa ye, eger HDPê bend derbas nekira dê gotibana, binêrin Kurdan bend derbas nekir û winda kirin. Belê em ji biratiya gelan bawer dikin. Xelkên Mezopotamyayê, çandên cuda, nasname û baweriyên cihêreng rastiyeke me ne. Belê em ji biratiya xelkan bawer dikin û dibêjin divê hemû welatî di destûrê de wek hev bin. Yanî çareseriyeke li ser qanûna bingehîn.”