image

PeyamaKurd – (COLEMÊRG) – HDP’a Geverê Kongreya xwe pêk anî

Li navçeya Colemêrga Geverê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hevserokên HDP’ê yê nû wekî Selcan Saygi û Hunsu Beşer hatin hilbijartin.

Li navçeya Colemêrga Geverê Partiya Gelan a Demokratîk HDP’ê kongreya xwe pêk anî û hevserokên navçeyê di kongreyê de hatin guhertin. Şûna Hevserokên berê Nurcan Yaşar û Hecî Fîkret Turgut, Selcan Saygi û Hunsu Beşer wekî Hevserokên navçeyê yên nû yên  HDP’ê hatin hilbijartin.

Di dawiya hilbijartinê de hevserokan peyama aştî û biratiyê dan û dan zanîn ku ew ê heta dawiyê ji bo gelê Geverê bi dil û can bixebitin. Hevserokan di berdewama axaftina xwe de bal kişandin ser yekitiya gelê kurd û wiha gotin: “Mafê herkesê yê di vê sedema ku şer di tê de tê meşandin gelê xwe biparêz e û ji bo azadiya wan têkoşînê bide meşandin. Em jî wekî Hevserokên HDP’a Geverê soz didin em ê heta dawiyê siyasetekî demokratîk bidin meşandin û em gelê xwe bi tenê nahêl in.”

 

PeyamaKurd -  Ferît Dere