image

PeyamaKurd - Namzedê Partiya Seadetê ji bo Parlamentoya Tirkiyê Altan Tan, der heqê têkoşîna Kurdan li Tirkiyê, mafên destûrî û referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyaniyên giring dan malpera PeyamaKurd

Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ku ji aliyê Kurdistaniyan ve ji nêzîk ve tê naskirin û berê jî di HDPê de nû cewaba pirsên me dan. Em vê hevpeyvîna bisûd û bikêf pêşkêşî we xwendevanên hêja û birûmet dikin. 

- Girseya Partiya Seadetê li hemberî namzediya we helwesteke çawa nîşan da?

“Wek tê zanîn ez heta 1991ê di Partiya Refahê de rêveber bûm. Yanî ev girse min ji nêzîk ve nas dike. Loma jî dema ku piştî 30 salî ez careke din li vir bûm namzed xerîbiyek çênebû. Wek din di helwest û fikrên min de jî guherîneke ciddî çênebûye. Yanî hin cudatiyên biçûk helbet hene, lê di meseleyên esasî de ez 30 sal berê çawa bim niha jî wisa me.”

- Dema hûn çûn parlamentoyê hûnê wek SP ji bo Kurdan daxwaza çi bikin?

“Emê ji bo Kurdan mafê destûrî teleb bikin. Mafên hiqûqî, wijdanî û însanî çi bin emê ji bo wan bixebitin. Dê daxwaznameyên me di vî warî de çêbibin.”

- Hûnê ji bo mafên Kurdan digel HDPê bixebitin?

“Helbet emê bi hemû partî û aliyên ku heqê Kurdan teslîm bikin re bixebitin. Min ji HDPê re berê jî gotiye êdî dema tundî û çekdan derbas bûye. Cihê ku em daxwaza mafên Kurdan bînin ziman parlamento ye. Loma jî hiqûq û edalet çi îcab bike emê wê daxwaz bikin.”

- SP ji bo Kurdan çi pêşniyar dike?

“Heqê milletekî li gor hiqûq, edalet û wijdan çi be em jî wek SP wan daxwaz dikin. Serokê SPê Temel Karamollaoglu jî di ziyareta Diyarbekirê de ev yek anî ziman. Mijara Kurdî problema nebûna edaletê ye. Heqê Kurdan divê werine dayîn.”

- Li ser referandûma Kurdistanê nêrînên we çi ne?

“Herkes Barzanî nas dike û dizane kî ye. Medyaya nêzîkî AKPê dijminiyeke mezin kir û xwest wî di çavê Kurdan re reş bike. Lê belê nikare vê yekê bike. Bi bêbextiyan û reşkirinê xwestin Serokatiya Barzanî di çavê Kurdan de nehêlin. Lê nekarîn. Gotin nizanim Yahûdî ye, digel Îsraîlê kar dike û tiştên wisa beredayî. Lê Kurdan guh neda vê yekê.”

“AKPê bi dijberiya Barzanî Kurd winda kirin”

Altan Tan nirxandina xwe ya li ser rêbaza Barzanî û serxwebûna Kurdistanê jî wiha anî ziman:

“Herkes malbata Barzanî nas dike. Barzanî rehê sereke yên têkoşîna sedê salan a Kurdan e. Di referandûmê de jî ji parlamenterên Kurdan tenê ez li Hewlêrê bûm. Lewra PKKê rê neda HDPyiyan ku piştgiriya referandûmê bikin. AKPê jî Kurd bi birçîbûnê tehdîd kirin û dijberiya Barzanî. Ez dibêjim, AKPê ji ber dijberiya referandûma Kurdistanê û Serok Barzanî Kurd winda kirin.”