image

PeyamaKurd - Pisporê Medyayê û Siyasetê Dr. Ekrem Onen rexne li partiyên Kurdistanî girt û diyar kir ku divabû vê tifaqê ji derveyî HDPê li çareseriyekê geriyaba.

Li Tirkiyê hilbijartin qediyan lê belê hem di nav kesan de hem jî germahiya di rojevê de hê jî berdewam e. Di hilbijartinan de wek partiya yekem AKP derket lewma dê deshilata xwe bidomîne. Recep Tayyip Erdoganê ku serokkomar hatibû hilbijartin, hewl dide ku pergala nû ya ku erkan di yek destî de dicivîne bide bicihkirin. Li gor analîzên pisporan Tirkiye, di warê aborî, civakî, zanistî, dadî, azadî, demokrasî û di gelek waran de bi paşde dere. Sîstema nû dê çi ji Kurdan re bîne ev nediyar e, desthilat bo ku hêza xwe biparêze hevpeymana bi MHPê re girtiye rojeva xwe, Kurd hevpeymana AKP-MHPê ji bo xwe wek fermana jinavbirênê dihesibînin. Rewşa awarte fonksiyona xwe diparêze, rewşenbîrên Kurd û piştgirên HDPê di zindanan de ne, lewma miraqa vê yekê tê kirin bê HDPê wê rêyeke çawa deyne ber xwe. 

Dr. Ekrem Onen, der barê siyaseta Tirkiyê û tifaqa partiyên Kurdî de nirxandinên girîng bo PeyamaKurdê kirin.

Dr. Onen bal kişand ser wê yekê ku ewweliyeta HDPê ne Kurd in û doza Kurdistanê jî di hedefa wê de tuneye. 

Ew wiha axivî:

"Fikreke HDPê ya wekî ka em ji bo Kurdan çi bikin tuneye. Tenê derdekî HDPê heye ew jî ew e ku bi dengên Kurdan bilîze û bi rayên wan cihê xwe biparêze. Ew bi xwe jî nabêjin em partiyeke Kurdî ne. Bi qenaeta min Tirkiye jî dixwaze HDP nûneriya Kurdan bike. Loma jî Tirkan piştgirî dayê ku bendê derbas bike."

Li ser siyaseta partiyên Kurdistanî jî wiha şîrove kir:

"Partiyên Kurdî xwestin bi HDPê re tifaqê çêkin le çênebû. Di vir de ya ez xelet dibînim ew e ku çima tenê bi HDPê re xwestin û bi partiyên din re neketin têkiliyê? Mesela dikaribûn bi partiyên din ên Tirkiyê re jî guftûgoyê bikin. Li vir armanc bidestxistina mafê Kurdan e û muxateb bî partiyên îqtidarê ne."

Herwiha nirxandina xwe berdewam kir:
"Bi fikrê min şaş e HDP wek partiyeke Kurdî were dîtin. Dewletê polîtîkaya 30 salî li Kurdistanê meşand û Kurd têk çûn. Kesên nû lazim in ji siyasetê re. Divê bi plan û bernameyeke nû hereket bikin. Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd guherînê nabînin û polîtîkayeke nû nameşînin. Loma jî pêşketin nabe."