image

PeyamaKurd  - Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd li Kurdistana Başûr, Serbest Ferhan Sindî, der barê hilbijartina parlamentoya Iraqê de diyar kir ku; "Dengdêrên Kurd dê îxaneta 16ê Cotmehê ya li Kerkûkê tu carî jibîr nekin. Ev yek dê di hilbijartinê de jî bi awayekî berbiçav derkeve holê û YNK dê ji ber çeteyên xwefiroş bedelekî giran bide."

Pisporê di warê siyaset û civaka Kurdistana Başûr de Serbest Ferhan Sindî, li ser hilbijartina parlamentoya Iraqê, rewşa partiyên Kurdan û bandora îxaneta 16ê Cotmehê bo PeyamaKurd axivî, nirxandinên giring  kirin.

"PDK ehemmiyetê nade hilbijartinê belê bêreqîb e"

Ronakbîrê Kurd li ser rola PDKê di hilbijartinê de wiha axivî:

"PDK û nexasim Serok Barzanî, hîç giringiyê nade van hilbijartinan. Lewra PDKê serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna Kurdan ji xwe re kiriye hedef. Ji ber wê yekê Serok Barzanî hîç derneket qadan û ji bo nûnertiya Kurdan li Bexdayê deng nexwest. Ev yek wê rastiyê nîşan dide ku Barzanî têkiliya fikrî û hestî digel Iraqê biriye û li benda wê firsendê ye ku bi temamî qut bike."

Der barê bangeşe û xebatên hilbijartinê de jî wiha şirove kir:

"PDK, bi Cîgirê Serokê Giştî Nêçîrvan Barzanî xebatên hilbijartinê dimeşîne. Ew jî ji ber wê yekê ye ku madem halê hazir rastiyek heye û Kurd dê nûneran bişînin, naxwe bila kesên serxwebûnparêz herin Bexdayê da ku bi yekcarê dest û piyê Kurdan neyê girêdan."

"Kurd îxaneta 16ê Cotmehê jibîr nakin"

Ketina Kerkûkê û îxaneta dîrokî ya 16ê Cotmehê jî Serbest Sindî wiha nirxand:

"Kurd hemû dizanin ku ev şikestineke dîrokî bû û bi vê yekê rê li ber dewletbûna Kurdan hat girtin. Loma jî musebbibê vê kî bin divê bi her awayî werin cezakirin. Êdî ev yek jî dimîne li ser firsend, derfet û wextê guncan. Ji bo îro, firsenda wê yekê hatiye ku Kurd bi rayên xwe çeteyên di nav YNKê de, yên ku Kerkûk firotin ceza bikin. Dê vê yekê bikin jî. YNK jixwe bûbû 2 parçe, niha 3 parçe ye. Berhem Salih dê nêviyê mayî jî bibe û YNK dê ji 22 parlamenteran dakeve 11-12an."

Der barê rêjeya parêzgehan bo parlamenteran Sindî wiha agahî da:


"Li Iraqê 18 parêzgah hene û bi tevahî 328 kursiyên parlamentoyê mewcûd in.Ji van 9 heb bo 8  Xristiyan, Sabii, Êzidî, Şebek Kurdên Feylî wek kota tên veqetandin. Jimarên kursiyên wîlayetan wiha ye:

1-Bexda: 71 (2 kota) 
2-Nînowa (Mûsil): 34 (3 kota)
3-Besra: 25
4-Zîqar: 19
5-Silêmanî: 18
6-Babil: 17
7-Hewlêr: 16 (1 kota)
8-Enbar: 15
9-Diyala: 14
10-Kerkûk: 13 (1 kota)
11-Duhok: 12 (1 kota)
12-Selaheddîn: 12
13-Necef: 12
14-Qadisiye: 11
15-Wasıt: 11 (1 kota)
16-Kerbela: 11
17-Misan: 10
18-Musena: 7

Ev tablo bi tenê jî nîşan dide ku ne mumkin e Kurd an jî Sunnî hikûmetê bi dest bixin. Di her halî de Şiî dê Serokwezîriyê bo xwe bibin. Serokê Meclisê û Serokkomar dê ji Kurdan be."

"Serokkomar vê carê bo YNKê nabe"

Sindî, anî ziman ku vê carê Serokkomariya Iraqê bo YNKê nabe, lewra piştî îxaneta Kerkûkê gelek tişt guherîn û Kurd bi tevahî jî îdî razî nabin ku ew post bo vê partiyê biçe.

Ew wiha axivî:

"PDK ehemmiyetê nade hilbijartinê lê dîsa jî tekane hêviya Kurdan e. YNK dê baceke giran bide. Berhem Salih û Şasiwar Ebdulwehîd û Elî Bapîr, îmajeke gelekî xerab di serê Kurdan de çêkirin. Loma jî ne mumkin e dengdêrên Kurd berê xwe bidine wan. Loma PDK wek berê dê 22-23 kursiyan derxîne û bibe serkeftiya bê rikaber di hilbijartinê de."