image

PeyamaKurd / Hevpeyvîn: Navdar Nenas

Di van rojên dawî de jiyan ji bo Kurdan li her deverekê pir zahmet bûye. Mixabin zahmetiya herî giran jî li ser zimanê Kurdî ye.

Di vê rewşa xirab de em li ser ziman û pirtûkên Kurdî bi nivîsakarê Kurd ê hêja Bûbê Eser re axivîn.

Birêz Bûbê Eser pirsên Peyama Kurd wiha bersivandin:

 

-PeyamaKurd- Te pirtûka ”Barzan digirî” çap kir û eleqeya gel jî baş bû, niha jî pirtûkekê li ser Enfalê amade dikî, tu dikarî hinek behsa naveroka wê bikî?

-Belê rast e, bi zor û zehmetî, bi saya weşanxaneya Sîtavê berhema min ya ku min heft salan li ser wê kar kiribû hate weşandin. Eleqeyek baş dît. Pesindariyeke delal girt. Li gor dilê min, li gelek cih û waran hate belavkirin. Xwediyê weşanxanê birêz Qahir Betayî hin gihişt başûrê Kurdistanê ango berhem bire cihê wê yê asasî.

”Barzan Digirî” romana enfalê bû. Ya niha jî ku wê di demeke kurt bê weşandin, ji hevpeyvînên  min li gel malbatên enfalê kirî ye, pêk tê.

Di vê berhemê de mirov rehetir dikare bibîne bê ew jina bêmêr mabû, ew kur û keça bêbav mabûn, ew qîzên destgirtî ku bi hesreta destgirtiyê xwe bûn û ev daxwaza wan pêk nehat, çawa dijiyan, jiyaneke çawa derbas kirin, mirov dibîne.

Ev berhema wê bê çapkirin Qêrîna Barzan” bi me dide zanîn bê jinên Barzaniya çawa li berxwe dane ku zarokên wan birçî nemînin. Tê dîtin bê çawa xwestina zarok li ber leşkerên  Saddam serê xwe netewînin. Mirov fêr dibe bê ew jina ji bona zarokê wê nemirê, çawa weke zilaman li karê xaniyan, di bexçeyan û di karê zor de kar kirine.

Bawer bike ez niha bi xwe nikarim navaroka wê bo xwendevanan vebêjim. Divê mirov wê bixwîne û bibe şahîdê wê zor û zehmetiyên jinên Barzaniyan dîtine.

- Kengî wê çap bibe, wê kîjan weşanxane çap bike? Bi çend zaravayê Kurdî bê çapkirin?

­- Kurmanciya ”Qêrîna Barzan” niha ji bona çapê amade ye. Lê xwediyê weşanxanê xwest ku bi herdu zaravayan û bi herdu elfabeyan weke yek pirtûk bê çapkirin. Ji ber vê yekê heta demek din em ê rawestin.

Birêz Kirmancî Çalî niha bi soraniya wê ve mijûl e. Çi dema wî qedand ev berhem jî tê weşandin.

- Di vê dema ku rewşa çapxaneyên Kurdî nebaş de çapkirina Pirtûkekê wisa ne zahmet e?

- Tu ya rastî bixwazî çapkirina pirtûkên kurdî weke tu pariyekî goşt ji nav devê gur derxî ye. Ji ber ku hema hema bi saya hin siyasetmedar, rewşenbîr û qaşo nivîskarên Kurd ku zimanê wan ê serdest tirkî ye, kurdî qedandine.

Dema zimanek neyê bikaranîn, nebe zimanê malê, nebe zimanê civatê, nebe zimanê şîn û şahiyan; helbet ew zimanê bimre û nemîne. Niha rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê weha ye. Dema ziman tune be, gelo wê berhemên wî zimanî çawa bêne xwendin. Nayên xwendin û nayên kirîn jî.

Dema berhema me bi Kurdî tê çapkirin gelek ji wan kesên min li jor navê wan got,dibêjin; ”Çima ne bi tirkî, heger bi tirkî be wê bêtir bê xwendin”. Li gor min ev jî malwêraniyeke bi destên wan tê kirin.

Bifikirin; em dibêjin 30-40 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê hene. Lê ew hejmar nikarin an jî naxwazin 1000 pirtûkên bi kurdî têne weşandin bikirin. Şermeke mezin e ku 30 milyon kurd nikarin 1000 pirtûkên kurdî bikirin.

Lê çi dibe bila bibe divê hin ber xwe bidin cehd bikin da ku heta ji wan bê bi Kurdî binivîsin. Romana min ya li ser enfalê ”Barzan Digirî” bi hezar zehmetî hate weşandin. Ew jî xwediyê weşanxaneya Sîtavê brêz Qahir bi ked û fedekariya xwe ew da weşandin.

- Armanca te ji çapkirina van pirtûkan çi ye?

- Armanc diyar e. Karê nivîskarên welatan ew e ku serpêhatî, bûyer û kiryarên têne serê gelê wî, binivîsîne, da ku miletê cîhanê jî wana bizanibin.

Bûyera Enfalê bûyereke gelekî qirêj e. Ev weke tê xwestin nayê zanîn. Çima nayê zanîn? Ji ber weke hatibe xwestin nivîskarên me li ser vê nenivîsîne. Armanca nivîsandina berhemên min ya li ser enfalê ev e.

Min xwest bi çar berhemên xwe bûyera Enfalê çi bû, çawa pêk hat, malbatên wan çawa jiyane, dayikan zarokên xwe bêbav çawa mezin kirin? Heger tu vana nenivîsîne û pêşkêşî cihanê û gelê xwe nekî, kî yê bizanibe çi qewimîbû?

Armanca min ya nivîsandina van berhemên li ser enfalê ev e. Min xwest cîhan ji nû de mesela enfalê çalak bike. Em Kurd û cîhan li ser vê rawestin û wê bûyerê di qada navneteweyî de weke jenosîd bidin qebûlkirin.

Ya rastî ev ne enfal e. Ev jenosîda gelê Kurd û Barziyan bi xwe ye. Min jî salekê di nava wan de li ser vê lêkolîn kir. Çar berhem li ser wê nivîsand û dixwazim ev di qada navneteweyî de weke jenosîd bê qebûlkirin.

Min hema hema karê xwe qedand, Niha jî bar li ser pişta Hikûmeta Kurdistanê û xelkê me yên li Ewropa ne ku vê weke jenosîd bidin qebûlkirin.

Daxwaza min ji xortên kurd yên li Ewropa ev e ku ew jî van berhema bikin bi zimanê Ewropî da ku Ewropî jî bixwînin û baş fêr bibin ku bê enfal çi bû?

- Tu li Ewrûpayê dijî , gelo tu difikirî ku li Kurdistanê roja îmzê li dar bixî û wendevanên xwe rû bi rû bibînî? 

-Kêfxweşî û dilxweşiya nivîskarekî ew e ku dema pirtûkeke wî derdikeve bi xwendevanên xwe re jî vê parve bike. Ji bona wan îmze bike. Ev daxwaza her nivîskarekî ye.

Niha rewşa min û ya weşanxanê dest nade ku em tiştekî weha bikin. Jixwe kesên alîkariya me jî bikin tune ne. Em kurd negihiştine wê mertebê ku vê fêr bibin. Fêr bibin bê çi qasî girîng e ku dema mirov alîkariya hevdu bike.

Mesele min ji bona çapa ”Qêrîna Barzan” bi nivîskî daxwaza alîkariya çapê ji hemî dewlemendên Kurd kir, lê mixabin tu kesan bersîv nedan. Niha rewşa weşanxaneyên Kurdan jî diyar e ku nikarin berhemên bi Kurdî bifroşin.

Dema berhemek neyê firotin nayê çapkirin jî. Çi dema neyên çapkirin jî êdî nema tê nivîsandin jî. Ev weha bidome, wê demek bê êdî mirovê bi dûrbînê li nivîsandinên Kurdî bigere.

Bi vê wesîlê  û bi saya we bangî dewlemendê Kurdan dikim ku êdî ew jî erkê xwe bînin cih û alîkariya nivîskarên xwe bikin. Bi wan berheman ew jî nemir bin. Berhemek heta dinya hebe wê bijî. Lê dewlemendek heta ew hebe dijî. .

Ê ku ez ji nû de zîndî kirim ku berhemên Kurdî binivîsim biraderekî min, dostekî min, dilsozekî min ku nexwest û naxwaze navê wî bidim, ji bilî berhemên min yên li ser enfalê wî hemî dane weşandin. Bi weşandina wan berhêmên bi saya wî, min çar berhem jî li ser enfalê nivîsî û karê min hê jî berdewam e.

Heger ne ji wê alîkariya wî camêrî ba, dibû ku tenê ez heta niha xwediyê tenê tu berhema bama.

-Gelo tu xebatên we yên din hene?

- Belê min gelek caran gotiye û dîsa dibêjim; heta ku ez hebim ez ê bi Kurdî binivîsim. Heta niha deh berhemên min bi Kurdî derketine. Karê min berdewam e. Niha çend xebatên din jî li ber destê min hene. Ewên çi demê biqede niha nikarim bêjim. Ez hewl didim çend berhemên din jî derxim.

Lê van deh salên ku min tenê li ser mijara Enfalê xebat dikir û çar berhemên li ser wê weşand, gelekî westiyam. Ji min re heta demekê betlaneke baş û gereke xweş lazim e. Ka em binêrin…

Spas mala we ava ku we ev derfet da min ku hin dîtinên xwe bêjim û binivîsim.