image

Ji aliyê Mahmud Yasin Kurdi / Rudaw
 

Endamê berê yê Polîtbîroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî dibêje, Bexda bi planên nû dixwaze Kerkûkê ji destê kurdan derbixe, dest dayne ser tapoyên mal û milkên kurdan. Bi vî awayî pirsgirêka Kurd bike pirsgirêkek takekesî.

Azad Cundiyanî li mala xwe ya li Hewlêrê weke çavdêrekî siyasî ji Rûdawê re raxivî û derbarê rewşa navxwe ya YNKê got: “Îran destwerdanê li karûbarên YNKê li Silêmanî werdide.” Herwiha diyar kir: “Stratejiya tasfiyekirina nav YNKê metirsîdar e.”

Derbarê erkê Mesûd Barzanî de Cundiyanî diyar kir: “Dibe piraniya wan tiştên ku li Bexda û cihênd in li dijî Kurdistanê tê kirin ji bow ê yekê bin, ku Kurd ji kesayetekî karîzmatîk ê weke Kak Mesûd bê beş bin.”  

KURD DIKARIN REFERANDUMÊ WEKE KART BIKAR BÎNIN

 Hinek aliyên Başûrê Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku sedema êrîşên Iraqê giştpirsiya serxwebûnê bû. Gelo ma giştpirsî xelet bû?

Nexêr, ne xelet bû. Pêwîst bû ev pêngav bihata avêtin. Bexdayê her dê ev yek bikira, yan jî dê bi şêweyekî din li dijî Kurdistanê gav biavêtana. Ji bilî vê yekê, Tirkiye, Îran û Iraq nikarin bêyî bikaranîna hêz, bi rêya demokrasiyê hukmê Kurdan bikin. Ev gotina Îsmaîl Beşîkçî ye. lewma giştpirsî biryarekî rast bû. Ez niha jî alîgirê serxwebûnê me. Ez piştrast im, ku di paşerojê de Kurd dikarin referandumê weke kart bikar bînin.

 Lê ji aliyê piştgiriya navdewletî ve ji bo serxwebûnê, hesaba Kurdan ne xelet bû?

 Ji aliyê me ve ev yek nehatibû pêşbînîkirin. Min pêşbînî dikir çend welatek piştgiriyê bidin Kurdistanê. Eger me bikariya piştî giştpirsiyê di nava Kurdan de yekîtiyê çêbikin, giştpirsî dibû defakto û welatan li gorî vê yekê danûstandin li gel Kurdistanê dikirin.

 Tişta li Kerkûkê çêbû, dihate pêşbînîkirin?

 Ez vê pirsê ji bo dîrokê dihêlim. Bi giştî Kurd ne yekgirtî bûn. Hinek aliyan xwestin fêrbaziyê li aliyênd in bikin.Em niha di nava qonaxeke hestiyar de ne. Heme Salih Dîlan di helbesteke xwe de dibêje: “Ne ku şûşe şkest va ye rez dişewite”. Lewma ya baş ew e, ku em niha behsa bûyera Kerkûkê nekin. Werin em mesela “rezê” çareser bikin. Nabe em hincetan bo Ebadî bînin û mijûlê tawanbarkirina hev bin. Nexwe emê rûbirûyê hejmareke din ê dîktatorên mezhebî bibin.

 Ji bo rez û destkeftiyên kurdan neşewite divê em çi bikin?

Divê em yekrêz û hevgirtî bin. Her çend ez ne geşbîn jî bim lê divê dest jê bernedin.

 Çima ne geşbînî?

 Berjewendiyên dijî hev li Kurdistanê hene. Lewma xwendina bûyeran ji hev cihê ye. Hê jî hinek alî di wê baweriyê de ne, ku divê Kurd weke beşekî Iraqê bimînin, Iraq bibe welatê hemwelatiyan, kurd li ser hîmê pêkhateyan di Iraqê de nejî, weke hemwelatiyên asayî werin qebûlkirin. Lewma berjewendiyên partiyan li ber hev dikeve û gelek welat jî li ser vê nakokiyê kar dikin.

 DIBÊJIN TENÊ MAFEKÎ KURDAN LI KERKÛKÊ HEYE

 Piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, plana B ya Bexdayê ji bo Kerkûkê dê çi be?

 Plana A û B ya Bexdayê ya ji bo Kerkûkê heman tişt e, ku ew jî guhertina rastiya Kurd e li vê herêmê. Weke mînak dibêjin Bexdayê Rêveberê Tapokirinê li Kerkûkê guhertiye. Ev yek ji bo destkarîkirina belgename û nivîsînên tapoyan e. Bi vî awayî di navbera xwedan mûlkan de, kurd, ereb û yên din de nakokî derdixin. Ji bow ê yekê, ku pirsgirêka Kurd bikin pirsgirêka takekesan, bi senaryoyekî ciyawaz, Kurd di dadgehan de erd û xaniyên xwe wenda bikin. Dixwazin bêjin, ku Kerkûk ne yê kurdan e. herweke Tariq Ezîz ji Mam Celal re gotibû; “Tenê mafekî we li Kerkûkê heye, ew jî ew e, ku hûn ji Kerkûkê re derbas bibin û ji bow ê bigrîn.”

 Vekişandina beşek ji hêzên pêşmerge ji aliyê hinek ferandarên YNKê ve çawa dinirxînî?

 Li ku derê berevanî nehatibe kirin xelet bûye. Ne xeletiyeke sade û biçûk e, qerebûkirina wê jî ne hêsan e. Ji ber ku divê bi xwîn were qerebûkirin. Vekişandin û berevanî nekirin xelet bû.

 Çima Amerîkayê ji Bexdayê re glopa kesk hilkir da ku êrîşê wan navçeyan bike?

 Mixabin Amerîka bi giyana tolhildanê û eşîretiyê ve nêzîk dibe. Çima, ji ber ku kurdan guh neda gotinên wan. Xeletiya stratejîk ew e, ku bi baweriya me berjewendiyên Amerîkayê li gel Kurd hev digre, di heman demê de berjewendiyên Amerîkayê li gel Iraqê jî pêktên. Amerîka dixwaze li herêmê li dijî Îranê hevpeymaniyekê ava bike. lewma Iraq û Erebîstan aşt kir. Bi nêrîna min ev aştbûna wan kartonî ye. Çimkî ne gengaz e, ku welatekî piraniya wî şîe be dijîtiya welatekî bi fermî şîe, bike. Ev xewna xav a Amerîkayê ye.

Bexda hewldaneke mezin dide ji bo kontrolkirina sînorên Herêma Kurdistanê. Gelo ji aliyê destûrî ve ev mafê wî heye?

 Iraq li hember Kurdistanê hemû tiştan dike lê li dijî destûrê ye. Ji deriyê Îbrahîm Xelîl heta yê Xusrewî ya Xaneqînê, hemû pasewanên sînor û fermanber ên dewleta federal in. Armanca Bexdayê ya radestkirinê ew e, ku wan fermangehan bike ereb û di nava ereban de jî bike ya şîeyan. Pirsgirêk ew e, ku Iraq wan hemwelatiyên kurd ên li sînoran kar dikin weke hemwelatiyê Iraqê nabîne. Bi kurtî Iraq dixwaze sînorên Kurdistanê bidest bixe. Lewma divê berevanî were kirin heta Ebadî dest ji vê xirûra xwe berde.

 STRATEJIYA HEŞDA ŞEIBÎ ŞERÊ LI DIJÎ KURD E

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşniyara cemidandina encamên giştpirsiyê daye lê Bexda daxwaza hilweşandinê dike. Bi nêrîna ted ê giştpirsî were hilweşandin?

 Referandum tenê bi referandumê tê betalkirin. Encûmena siyasî yan jî hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare referandumê betal bike. ez yek ji wan kesa me ku biryarekî wiha nas nakim. Referandum proseyekî raste rast a demokratîk bû, gel dengê xwe da û bidawî bû. Hinek alî dibêjin desthilata Dadgeha Federalî ya Iraqê heye hilweşîne. Di demekê de ev dadgeh hatiye siyasîkirin û bawerbûna wê di bin gumanan de ye û ne bê alî ye.

 Di hilbijartinên 2018ê de Kurd dê bi hêsanî beşdarî proseya siyasî ya Iraqê binin?

 Ez bawer nakim, ku Kurd di ji nûve avakirina Iraqê de beşdar û çalak bin. Amerîka dixwaze di hilbijartinên pêş de Ebadî derbikeve, ev di demekê de ye, ku ew zilam lawaztirîn kesê nav şîeyan e. Li hember wê Heşda Şeibî heye, ku di şikil de ser bi Ebadî ve ye lê fermanên xwe ji wî wernagre. Tenê wê demê fermanan ji Ebadî werdigrin, ku dema dibêje herin kurdan bikujin. Wê demê amade ne fermanên Ebadî pêk bînin. Ew jî tiştekî ligorî ye, ji ber ku stratejiya Heşda Şeibî şerê li dijî Kurd e.

 Amerîka guvaşê dixe ser kurdan da ku di hilbijartinên pêş de Ebadî bikin serokwezîr?

 Ez dengê xwe nadim Ebadî. Eger biryar ew be, ku kurd bibin bindestê Îranê, bila dengê xwe bidin Malîkî û Amirî. Çimkî Îran wan dixwaze, ne ku Ebadî.

 Îran û tirkiye bi heman çavî li serxwebûna Kurdistanê dinerin. Ev dijîtiya wan heta ku derê dê bimeşe?

 Îran û Tirkiye di gelek mijaran de nakok in. sed rêkeftinan jî bikin her dîsa nakok in û paşî dê dijîtiya hev bikin. Li ser Iraqê jî ku di destê şîeyan de ye. Niha bi navbeynkariya Amerîkayê, li dijî Îranê Iraq û Erebîstana Siûdî nêzîkî hev dibin lê dawiya dawîn her dê biçe bereya Îranê.

 GEFA MEZIN LI SER YNKÊ YE NE KU PDKÊ

Em vegerin ser navmala Kurd. Di vê rewşê de YNK hevbeşekî sereke yê PDKê ye di hikûmraniyê de. Bi nêrîna te ev yek dê berdewam bibe?

 Ji bilî karkirin û berdewamkirina vê yekê, ti derfetekî din ê YNKê nîne. Lewma divê PDK faktorên nêzîkbûn û karkirina li gel YNKê dabîn bike.

 PDK danûstandinê li gel kîjan bask û kesên nav YNKê bike?

 Ew ne karê PDKê ye, kî bi navê YNKê danûstandin kir, divê li gel wan guftugoyan bike.

 Di beyanameya Fermandeya Pêşmergeyên Kurdistanê de behsa wê yekê tê kirin, di dema şer de Kosret Resûl li eniya şer bi tenê hiştine. Di demekê de Kosret Resûl Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê ye û li gorî hemû peyrewan piştî Mam Celal kesê yekemîn e?

 Eger carekî din jî şer çêbibe dê Kak Kosret bicîh bihêlin. Ez naxwazim li ser YNKê pir biaxivim çimkî ez endamê Polîtbûroyê bûm û niha min dest jê berdaye. Lê eger hinek serkirdeyên YNKê wesa hizir dikin, ku PDK di bin gefan de ye, xelet dikin. Beriya PDKê, gef li ser YNKê hene, qet nebe PDK yekdest û hevgirtî ye.

 Gelo Îran li ser YNKê gef e?

 Tenê ne Îran e gef, Îranê refên YNKê ji hev vekirine. Niha li Silêmaniyê giraniya hinek hêzan heye, ku bi baweriya YNKê hê jî ew herêm yên wî ne. Lewma ez bawer nakim serkirdetiya YNKê vê rewşê nexwînin û nebînin.  

 Eger YNK kongreya xwe bike û pirsgirêkên xwe yekalî bike, ji bo PDKê jî hêsantir nabe, ku li gel desthilatên rast ên YNKê danûstandinan bike?

 Yekdestiya YNKê beriya partiyên din dê sûdê bigihîne YNKê bixwe. Divê em wan han bidin da ku yekdest bin, gefa li ser YNKê û Kurdistanê dûr bixin. Eger ez di nava YNKê de mabam min dê piştgirî bidaya amadekirina manîfestoya yekxistin û hevgirtinê, ne ku pirt û belavbûnê.

 Ew grûbên ku ji bo bûyera 16ê Cotmehê li gel Bexda û Tehranê rêkeftin kirin, bi nêrîna ted ê bikarin Kosret Resûl û baskên din veder bikin û bibin serwer?

 Beriya 4 salan min di polîtbûroya YNKê de got, stratejiya tasfiyekirina wî û wê di nava YNKê de pir xeter e. Mebesta min tasfiyeya siyasî ye. Mixabin di çend heyvên derbasbûyî de ev stratejî gihişte astekî metirsîdar.

 PDK ji ber vê yekê tê rexnekirin, ku li gel baskê Navenda Biryardanê danûstandin nekir. Lewma piraniya serkirdeyên vê baskê yan çûne derve yan jî hatine dûrxistin?

 Çi gava min dengê xwe gihandibe berpirsên PDKê, min ji wan xwestiye nebine alîgirê ti baskekî nav YNKê. Divê YNK xwe bi xwe sax bike. Em nikarin di şûna kesekî de bêjin ew YNK ye yan nîne. Lê Navenda Biryardanê li gel dayikbûna xwe, faktorên mirina xwe jî hilgirtibû. Divê em vê yekê li ber çavan bigrin, ku Îran gelek destwerdana karê nav YNKê û zona Silêmaniyê dike. Vê jî ew factor derxisitne holê.

 BEXDA KERKÛKÊ NADE KURDAN

 Gelo projeya herêma Silêmanî, Helebce û Kerkûkê pêk tê?

 Beriya hemû tiştekî Kerkûkê nexe nav wê herêmê, çimkî Bexda Kerkûkê nade ti kurdekî. Heta Taha Mihyedîn Merûf jî were Kerkûkê nadin. Li ser herêmkirina van navçeyan jî Kak Mesûd di peyama xwe de eşkere kir, ku ew du îdarebûna Herêma Kurdistanê qebûl nakin. Beşek ji partiyên Silêmaniyê jî têgihiştin û dijî du îdarbûnê sekinîn. Herêmkirina Silêmaniyê li ser tevahiya Kurdistanê xeter e, paşî li ser partiyên din, bi taybetî jî ser Tevgera Goran. Her çend alîgirên herêmkirina Silêmaniyê pir in û tiştên tên nivîsandin jî dixwînin. Lê di asta millî de li Silêmaniyê pêşxazî li du herêmbûnê nehate kirin. bi nêrîna min jî ev yek ji bo kurdan bijardeya herî xirab e.

 Ebadî got, emê ji bo şandina meaşan mekanîzmayekî peyda bikin. Gelo ma ev yek ne parçe parçe kirina Kurdistanê ye?

 Baç bû, ku tee v pirs kir. Bi nêrîna min, di dema şandina meşan de, yekemîn car dê li herêma Silêmaniyê teqîneke girseyî çêbibe. Çimkî Ebadî bi eşkere gotiye, em hebûna ew hinde fermanberan qebûl nakin. Tenê meaşê wan kesan dişînin, ku wan bixwe biryar dane. Divê rêveberiya parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ji xelkê re eşkere bikin, ewên ku meaşên wan nehatiye, ji aliyê Bexdayê ve weke fermanber nayên dîtin. Lewma bi baweriya min dê wê demê teqîna herî mezin a girseyî anku cemawerî çêbibe.  

 PIŞTÎ MAM CELAL Û NEWŞÎRWAN DIXWAZIN KURD JI KAK MESÛD BÊ BEŞ BE

 Piştî rakirina kursiya serokatiya herêmê, bi nêrîna te erkê Barzanî bidawî bûye?

Ne hêsan e di şev û rojekê de post û kursiya Kak Mesûd were vala kirin, ku bi taybetî xwedan kesayetekî karîzmatîk e. Eger sê navendên biryardanê yên desthilatên serokatiyê bi ser wan de hate parvekirin ne hemaheng bin, em dê bibin sê dewlet. Erkê Kak Mesûd bidawî nebûye. Ez dixwazim vê pirsê ji te re vegerînim; dibe piraniya wan tiştên ku li Bexda û cihên din li dijî Kurdistanê tê kirin ji bo wê yekê bin, ku Kurd ji kesayetekî karîzmatîk ê weke Kak Mesûd bê beş bin. Piştî wefata Kak Newşîrwan û Mam Celal, ku xwedan kesayet û karîzma bûn û dikariyan berpirsiyariyê hilgirin ser milê xwe, tenê Kak Mesûd mabû yê berpirsiyariyan hildigre. Tenê ne di serkeftinan de, di şikestinê de jî heye. Bi teybetî vê carê Kurd bi rêya demokrasiyê neşika, belku Bexdayê êrîş kir û artêş bikar anî. Ez nizanim berdêlên Kak Mesûd kîne, lê bi ya min hemû hewlên Amerîka û welatên derdorê jî ji bo wê ye, ku li pey kesekî de bigerin, ku hakimiyet û biryar di destê de be û bi hêsanî ji wan re bêje erê.