image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku celadê IŞÎDê yê bi navê Talip Akkurt di 7ê Hezîranê de hatiye kuştin. Akkurt ji aliyê YPGê ve li Dêra Zorê hate kuştin.

Li gorî nûçeya rojnameya Îngîlîzî ya bi navê Daily Mailê, di sala 2016an de 2 leşkerên Tirk ji aliyê IŞÎDê ve hatibûn revandin. Li gorî nûçeyê leşkerên bi navên Sefer Taş û Fethî Şahin ji aliyê IŞÎDê ve hatin înfazkirin. Kesê ku ev her du leşkerên Tirkiyê kuştibûm jî Talip Akkurt bû. Talip Akkurt di nava IŞÎDê de leqeba Ebû Talha El-Turkî bi kar tanî.