image

PeyamaKurd- Parlementerê partiya CHP ê îro daxwuyaniyekî da û tê de got; kî mêrbe bila min ji partiyê derbixe. Öztürk Yılmaz parlementerê bajarê Ardaxanê ye û xwestibû ku azana Erebî bi Tirkî bê xwendin. Di van rojan de gelek niqaş li ser mijara “azanê” û “sonda me” têkirin. Ev parlementer dibêje bila azan bi Tirkî bê xwendin lê ew bi xwe limêj nake û naçe mizgeftê.

Di nava meclisa Tirkiyê de parlementer hene ku dixwazin rojên berê yên dewra yek partiyê ji nû de bînin. Lê AK partî li dijî wan dertê û dibêje eger hinek kes di vî welatî de bêjin ez Tirkim, wê hinek rabin bêjin ez Kurdim an ez Erebim. Ev gotin me ji hev perçe dike.

Bi sedema ku bi serê xwe beyan daye tv yan, meclisa partiya CHPê her du parlementeran sewqî heyeta dîsîplînê kiribû lewra Yılmaz bo partiya xwe dibêje eger cesareta we hebe û hun bixwazin rezîl bibin, min ji partiyê bavêjin.