image

Yekemîn cîgirê serokê Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Timmermans li ser biryara ku Amerîka bêşê daniye ser hesinê pola û alemiyonê got ku polayê Awrûpa çawa li ser Amerîkayê tehdîda ewlekariyê dike?

Frans Timmermans ragihand ku çi têkiliya bêşê bo ser alemiyon û pola bi ewlekariyê heye fêm nekirine û eger pêdivî hebe, wê li hember vê kiryara Amerîkayê tedbîrê bistînin.

Timmermans got ku ew amade ne tedbîran bistînin û wê tedbîr li qaîdeyên WTO (Rêxistina bazirganî ya Dinyayê ) ye bistînin.

Li gor Amerîkayê ku lîsteyekî çêkiribû da ji wan %25 bêşê bistîne, di nava lîstê de bindeqê kutayî, kot pantolon, motorsîlet, newresîm, rûj, tanka pola ya xazê, pola a avdayî, borî, tup, mazxal, destşo, vantîlator, derence, yat, barbunya, birinc, vîskî, ava portaqalê, titûn, pûro û gelek tiştên weka wan hene.