image

PeyamaKurd - Piştî bûyera gullereşandinê li Koşka Padîşahiyê windabûna Welîehdê Erebistana Siûdiyê Muhemmed Bin Selman  li medya û raya giştî vî welatî hin gotegot bi xwe re anîn.

Li gorî nuçeya Fars Newsê, nebûna Muhemmed Bin Selman piştî bûyera gullereşandinê li nêzîkî Koşka Padîşahiya Siûdiyê li navçeya El Xezamiya bajarê Riyadê di şeva 21ê Nîsanê de pêk hat. 

Piştî vê bûyerê hin medyayan qala îhtîmala darbeya hin şehzadeyên Siûdiyê û hewildana wan ji bo kuştina Muhemmed Bin Selman kirin.

Polîsê Riyadê di şeva bûyerê de tevî piştrastkirina nûçeya gullereşandinê li derdora Koşka Padîşahiya Siûdiyê, sedemê wê jî wek derbasbûna firokeyeka bêfirokevan a pêlîstok nîşan da. Lê weşandina hin dîmenên vê bûyerê tiştek ji billî îdiaya polîsê Riyadê nîşan da.

Muctehid çalakê Twitterê û aşkirakerê nihêniyên navxweyî yên Alê Siûd nivîsî: Armanca êrîşê Muhemmed Bin Selman bi xwe bûye û heft kes li vê bûyerê hatin kuştin.
Piştî vê bûyerê Welîehdê Erebistanê Muhemmed Bin Selman hema bêje derneketiye medyayê û tu agahiyek ji çarenûsa wî tune û heta dema sefera vê dawiyê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo Erebistana Siûdiyê jî ew  nehat xuyakirin.

Rojnameya Keyhanê ya çapa Tehranê di vî warî de nivîsî: Sêrvîseka istixbaratî li rapora xwe ya nihênî ragihandiye ku li pevçûnên 21ê Nîsanê herî kêm du gulle li Muhemmed Bin Selman ketine û muhtemel e ku ew hatibe kuştin jî.