image

PeyamaKurd- 28 dewletên ku endamên Yekîtiya Awrûpayê ne, nûfûsa wan di sala 2018an de gihaye 512,6 mîlyonî.

Li gor rêjeyên Ofîsa îstatîstîkan ya Awrûpayê (Eurostat) di sere sala 2017an de, nûfûsa 28 dewletên Yekîtiya Awrûpayê 511 mîlyon 521 bin 700 kes e. Eger qiyasa sala borî û ya îsalê mirov bi hev bike ferqa her dû salan 1 mîlyon 74 hezar û 700 e.

Almanya bi jimara 82 mîlyon û 850 hezarî di nava Yekîtiyê de xwediyê nûfûsa herî qelebalix e. Nûfûsa Fransayê 67 mîlyon 221 hezar û 900 e. 66 mîlyon 186 hezar û 400î Brîtanya, bi 60 mîlyon 484 hezarî Îtalya û bi 46 mîlyon û 659 hezar û 300 î Îspanya wan taqîb dike.

Nûfûsa herî kêm ya Malta ye ku 475 hezar û 700 e. Luksembûrg 602 hezar û Kibrisa Roma 864 hezar û 200 e.

Di 28 welatên Awrûpa de,di sala 2017an de jimara miriyan ji ya yên ku nû hatin dinyayê derbas bû. Di vê dewrê de li temamê Yekîtiya Awrûpayê jimara miriyan 5 mîlyon 262 hezar û 700 e. Yên hatine dinyayê 5 mîlyon 58 hezar û 600 e.

Zêdebûna nûfûsa Yekîtiya Awrûpayê bi sedema ku koça zêde bo Awrûpayê çêdibe, 1,1 mîlyon ji ber wê ye.