image

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê, bêdengî û bêtevgerîya Amerîka û hêzên navnetewî nakokî xist navbera YPG û Amerîkayê. Piştî ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) hinek hêzên xwe ji Rojhilatê Feratê kişandin Efrînê, ev yek ji ÎŞÎDê re bû fersend ku êrîşên xwe zêdetir bike. Helbet xurtbûna ÎŞÎDê jî li hesabê Amerîkayê nayê, plan û projeyên wê serûbinê hev dike.

Destpêkirin û derketina nakokîyên navbera Amerîka û YPG wê li Sûrîyê ziyanek mezin bide berjewendîyên Amerîkayê. Lê wê çawa û li ser çi bingehî ev nakokî bên rakirin, halîhazir ne diyar e.

Di derbarê şer û tekoşîna li dijî ÎŞD ê de Serdarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel, di civîna Komîteya Xizmeta Çekdarî ya Senatoyê de axivî. Votel, di bersiva pirsekê de de eşkere kir ku YPD halîhazir xwe ji şer û tekoşîna dijî ÎŞÎDê vekişandiye.

Votel, anî zimên ku wan ji YPG re gotiye ewê nikaribin têkildarê Efrînê bibin û YPG jî fam kiriye ku nêta Amerîkayê tuneye li Efrînê çalak be û got: “Operasyona Tirkîyê ya li ser Efrînê bandorek mezin li şerê dijî ÎŞÎDê dike. Halîhazir YPG xwe ji şer û tekoşîna dijî ÎŞDÊ vekişandiye“.

Ji gotinên Votel jî dixuye ku navbera Amerîka û YGP xirab e û heke YPG xwe ji şerê li dijî ÎŞÎDê vekişîne, wê Amerîka ziyanek mezin li Sûrîyê bibîne û wê meydanê ji Rûsya, Îran, Sûrîye û Tirkîyê re bihêle, ku ev jî darbeyek mezin li berjewendîyên Amerîkayê dide.

Z.B