image

Serokê Amerîkayê Trump biryara xwe da ku Qudis payîtexta Îsraîle û balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê neqlî Qudisê bikin.Ji bo newla balyozxanê ferman daye wezîrê karê derve.

Trump ragihand ku divê bi nêrîneka dinê li mijara Îsraîlê û Fîlîstînê binêre û ew Qudisê bi fermî weke payîtexta Îsraîlê dibînin. Trump got ku 20 sale “qanûna Qudisê” heye û hemû serokên Amerîkayê haştiyê sebep nîşan dane û bicîhanîna qanûn bi paşde dixin.

Trum bibîr xist ku gelek baregehên Îsraîlê niha li Qudisê ne. Her sê ol jî Qudisê ji xwe re pîroz qebûl dikin û weha dewam kir:

“Qudis ew bajare ku Yahûdî li ber dîwarê rojava dia dikin, xiristiyan li rawestgehên Çarmixê dimeşin û misilman li Mescîdî Aqsayê limêj dikin.Divê Qudis weha bimîne. Em dixwazin Îsraîlî û Fîlîstînî peymaneka mukemmel di navbera xwe de çêbikin.”

Trump got biryara ku Qudis bibe payîtexta her dû dewletan ne biryara wane. Em wê biryarê nadin. Divê biryar ya her dû dewletan be. Her weha Trump ragihand ku berya biryarê bide, bi gelek dost û hevparên xwe re şêwra xwe kiriye û wisa bawerî anîye ku ji bo aştiyê dê weha baştir be.