image

PeyamaKurd- Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got, "Almanya ji bo vejenê pereyekî mezin dide Rûsyayê. Ji ber vê jî Almanya hêsîrê Rûsyayê ye."

Trump di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de bi Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê re civiya û di hevdîtinê de mesrefên ku Almanya ji bo parastinê xerc dike û hevkariya vejenê ya bi Rûsyayê re dimeşîne rexne kir.

Trump wiha axivî: "Tê gotin ku dibê Almanyayê ji Rûsyayê biparêzin. Madem wisa ye, gelo welatên endamê NATOyê çima milyar dolaran pereyî ji bo vejenê didin Rûsyayê?"

Trump ji bo peymanên gaz û pêtrolê yên ku Almanyayê bi Rûsyayê ra îmze kir got "di cî da nînin" û wiha pê da çû: "Almanya ji bo vejenê pereyekî mezin dide Rûsyayê. Ji ber vê jî Almanya hêsîrê Rûsyayê ye."

Trump bi bîr xist ku Almanya û Rûsyayê ji bo xeta boriyê jî li hev kirin û diyar kir ku Rûsya ew ê bi saya xaza siruştî va ji sedî 70yê Almanyayê kontrol bike.

- "Dibê welatên endamê NATOyê demildest mesrefên ji bo parastinê zêde bikin"

Trump got mitefîqên NATOyê ne di nav 10 salan da "demildest" mesrefên ji bo parastinê zêde bikin û wiha axivî: "Ev nayê qebûlkirin. Em Almanyayê, Fransayê, her kesî diparêzin. Mesrefa me zehf zêde ye. Bi salan e ev wisa dewam dike. Serokên Amerîkayê yên din jî ev anîn rojevê lêbelê di vê mijarê da tu tiştek nekirin. Yan fehm nekirin yan jî nexwestin midaxele bikin. Lêbelê ev ji bo welatê me neheqiyeke mezin e."

Trump got ku bi taybetî Almanya ji bo parastinê mesrefeke zehf hindik dike û wiha pê da çû: "Almanya welatekî dewlemend e. Dikare demildest, hema sibê jî mesrefên ji bo parastinê zêde bike û tu tengasiyekê jî nekişîne."