image

PeyamaKurd - Serokê Ofîsa Serokkmariya Îranê Mehmûd Waizî ragihand: “Dewra boykot û zexta yekalî ya Amerîkayê ser welatên xweser derbas bûye.”

Serokê Ofîsa Serokkmariya Îranê Mehmûd Waizî bo hevdîtinên bi rêveberên Tirkiyê re gihişt Enqereyê. Waizî, bal kişand ser vê yekê ku boykotên Amerîkayê li dijî Îran û Tirkiyê li navçê û cîhanê nehatiye qebûlkirin û got: ”Amerîka bi welatên Ewropî, Çîn û hin welatên  asyayî jî ketiye nava şerê ticarî."

Serokê Ofîsa Serokkmariya Îranê Waizî, berfirehkirina  peywendiyên Îran û Tirkiyê wek du welatên  mezin û bi hêz ên navçê li bara  meselên girîng ên navçê bi bandor da zanîn û got: ”Dijminên her du welatan tim hewl didin ku derbeyê li van peywendiyan bixin, lê hişmendiya  rêveberan û gelê her du welatan dê bêguman van cure  pîlanan bêencam bike. Dewra boykot û zexta yekalî ya Amerîkayê ser welatên xweser derbas bûye.”

Li gor malpera hikûmeta Îranê, Serokê Ofîsa Serokkmariya Îranê Mehmûd Waizî mijara aborî û bazirganiya navbera Îran û Tirkiyê û pirsa vegerandina dorpêçên Amerîka bo ser Îranê li gel Çavuşoglu gotûbêj kirine.

Mevlut Çavuşoglu careke din tekez kiriye ku ew sepandina dorpêçên Amerîkayê yên bi ser Îranê cîbicî nakin û pirsa cezakirina du wezîrên Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve jî wê bi gotûbêjan çareser bibe.

Nûnerê Hesen Rûhanî jî ragihand ku Serokên Îran û Tirkiyê nexşerêyeke baş ji bo bilindkirina asta bazirganiya di navbera her du welatan de bo 30 milyar dolaran danîne.

Mehmûd Waizî pesnê helwesta Recep Tayyip Erdogan û Mevlut Çavuşoglu da li hember dorpêçên Amerîka li ser Îranê û eşkere kir ku welatên Ewropayê hinek pêşniyar ji bo karûbarên bankayan û petrolê dane Îranê.

Serokê Ofîsa Serokkmariya Îranê herwiha ragihand ku ew pêşwaziyê li Tirkiyê dikin ji bo bazirganî û sermayedanînê li Îranê û got ku zelalkirina alîkariyên bankî di navbera her du welatan de jî dê pêwendiyên bazirganî û aborî di navbera wan de bihêztir bike.