image

PeyamaKurd- Tirkiye ev çend rojin ku dibêje wê êrîşê ser kampa Mexmûrê bike. Lê Mexmûr ne tenê kamp e. Di heman demê de Mexmûr navçeyeke Kurdistana Başûr e.

Mexmûr piştî “referandûma serxwebûna Kurdistanê” ku Iraq sedem nîşan dabû û kiribû sedema şerê navbera Kurdistan û Bexdayê, Kurd bo alozî zêde nebin, ji Mexmûrê vekişiyabûn. Niha artêşa Iraqê li Mexmûrê heye. Lê ne tenê artêşa Iraqê her weha Haşdî Şabî jî li Mexmûrê ye.

Gelo hêzên li Mexmûrêne, ev tenê ne an hêzên dinan jî hene? Bêşik hene. Kampa Mexmûrê bi xwe ya PKKê ye. Lê niha tirsa herî mezin DEAŞ e. Di van rojên dawiyê de mijara DEAŞê derketiye pêş ku ber bi çav li navçeyê digerin û hêzeka wan ya mezin heye. Ev agahî ji aliyê berpirsê PDKê yê Mexmûrê Kirmanc Ebdûllah ve hat dayîn.

Bi sedema tirsa ser Mexmûrê, heyeteka Amerîka jî seredana navçeyê kiriye û metirsî ketiye dilê wan bê wê DEAŞ êrîş bike Mexmûrê an na! Gelo wê artêşa Iraqê û Haşdî Şabî, bi DEAŞê re hevkarî bikin an wê li hemberê wan rawestin. Ev jî mijareka dinê ye.

Eger li dijî DEAŞê rawestin, divê piştgiriya Kurdan bo wan hebe. Kurd ji ber xwe ve naçin û li wê derê şer nakin. Divê hevkariyeka siyasî di navbera wan û Bexdayê de bibe da tevli şerê DEAŞê bibin. Mexmûr bi awayeka fermî ya Iraqê ye. Wê demê wê Kurd bi ala Kurdistanê herin wê eniyê ku rêvebirê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Mexmûrê Kirmanc Ebdûllah îşaretê bi bal wir ve dide.

Em ê di pêşde bibînin bê di mijara DEAŞê de, wê kî li hember şer bike û kî pê re hevkariyê bike.