image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu der barê sîstemên parastinê S-400 yên ku ji Rûsyayê hatine kirîn de got: "Heta dawiya sala bê bataryayên ewil wê bên. Di encamê de êdî ne hewce ye ku ev bê axaftin."

Çavuşoglu li Brukselê ku ji bo Civîna NATOyê çûbû pirsên çapemeniyê bersivandin.

Çavuşoglu got piştî ku ji Rûsyayê S-400 hatine kirîn ne bi tenê ji Amerîkayê, ji welatên endamên NATOyê jî daxuyaniyên der barê vê de hatin dayîn û wiha axivî: "Em aliyê wê yê teknîkî fêm dikin. Mînak ew dipirsin S-400 wê NATO û sîstemên NATOyê, mutefiqan wek dijmin bibîne an na, dixwazin vê fêm bikin ku ev jî normal e. Di vê mijarê de jixwe em hesas in. Dema me kirî jî me di vê mijarê de şertên xwe anîn ziman. Hewcedariya me bilez bi vê hebû. Ji ber ku me ji mutefîqên xwe temîn nekir me çû ji Rûsyayê kirî. Bihayê herî baş Rûsyayê da. Me jê ra got Tirkiye welatekî xweser û azad e û biryara xwe bi xwe dide."

Çavuşoglu got fikarên "Gelo Tirkiye ji NATOyê dûr dikeve?" qebûl nakin û wiha dewam kir: "Na Tirkiye ji NATOyê dûr nakeve. Heke mutefiqên me vê pêdiviya me temîn bikirana me yê ji wan bikiriya. Heta dawiya sala bê bataryayên ewil wê bên. Di encamê de êdî ne hewce ye ku ev bê axaftin."