image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku welatê wî di pêwendiyeke berdewam de ye li gel Îranê, da ku êrîşekê li dijî PKKê li Qendîlê dest pê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku: "PKK gefê li ser Îranê jî çêdike, lewra em berdewam pêwendiyan li gel Îran dikin. Qendîl jî nêzîkî sînorê Îranê ye û bizavan dikin hevrêziyeke bêtir bi Tehranê re bikin".

Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir pêwîst e PKK li Qendîl nemîne û got: "Gelekî pêwîst e Qendîl ji terorîstan were paqijkirin, ji ber ku ewana metrisiyê li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyê çêdikin"

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku "Enqera çend caran daxwaz ji Bexdayê kir, ku hebûna PKKê li Bakurê Iraq bidawî bîne, ji ber ku ew gefê li ser herdu welatan çêdike".

Herwiha Çavuşoglu diyar kir ku: "Wê Tirkiyê li ser şerê dijî terorîstan li Sûrye û Iraqê berdewam bike û ji bilî serketinê tu bijardeyeke din li ber Tirkiyê tine ye".