image

Hat ragihandin ku Tirkiye ferman daye 1100 tîmên taybet da bo operasyona nava Efrînê amade bin.

Ew tîmên di operasyona xendeqan de cîh girtibûn, niha dewletê ferman daye wan da amade bin bo şerê nava Efrînê. Tîmên taybet xwe di Kurdistana Bakûr de ceribandibûn û heya niha ew bajarên ku tê de operasyonan kiribûn xerabe ne. Weka Diyarbekir, Nisêbîn, Şirnex û Cizîr.

Hat ragihandin ku ew tîm li 34 bajaran belave ne û li benda fermanê ne. Wê bi hêjmarên 50 kesan tevbigerin û bo bi wan re hevalbendiyê bikin,wê 25 alavên zirxî herin.

Biryara tîman, tê gotin ku li ser gotina; “PYD yî  vekişiyane nava bajarê Efrînê û pêdivî bi şerê nav bajêr heye” hatiye dayîn.