image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand: "Ji bo Washîngtonê dema wê hat ku biryarê bide gelo mitefîqê wê kî ye."

Nameya bi sernavê "Felaketa li Sûriyeyê xanê dike" ya ku Çavuşoglu ji edîtorê New York Tîmesê (NYT) ra şandibû hat weşandin.

Çavuşoglu diyar kir, ku dema hevdîtinên rejima Esed û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya di pêşîkêşiya rêxistina terorê da dest pê kir ji bo Sûriye ji nû va were avakirin îtifaqa di navbera Esed û YPG/PKKyê da zêde bû.

Wezîr Çavuşoglu, Tirkiye Amerîka û Yekîtiya Ewropayê PKK wekî rêxistina terorê îlan kirin û wiha pê da çû: "YPG şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ye ku ji 30 salî zêdetir e li Tirkiyeyê kampanyaya terorê dimeşîne û tevlî bûyerên tundiyê dibe."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu nameya xwe wiha domand: "Li Sûriyeyê çend kîlomêtre li nêzî sînorê Tirkiyeyê YPG/PKK çalakiyan dike, tu hincetek tune ku ev rewşa were parastin. Ji bo Washingtonê dema wê hat ku biryarê bide gelo mitefîqê wê yê li herêmê kî ye."