image

PeyamaKurd – Mistefa Balîyê Berpirsê Medyaya Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ragihand ku Tirkîyê biryara jinavbirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê daye.

Berpirsê Medyayê yê HSDê, Mistefa Balî bal kişand ser kiryarên vê dawîyê yên Tirkîyê li rojhilatê Firatê û got: Tirkîyê biryara jinavbirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê daye. Divê em vê yekê baş bizanibin. Tirkiyê piştî dagirkirina Efrînê di her firsetê de ji bo bidestxistina kontrola Rojavayê Kurdistanê hewl daye.

Mistefa Balî derbarên êrîşên Tirkiyê li ser Kobanî de diyar kir: Tirkîye ji Efrînê bigire heta Kobanîyê li deverên Kurdnişîn hebûna Kurdan qebûl nake. Êrîşa bi topan a vê dawîyê ya artêşa Tirkîyê ser Kobanîyê jî hema ji vê meseleyê xwe xwedî dike.

Berpirsê Mêdyayê yê HSDê bal kişand ser serederîya Amerîkayê li hemberî liv û tevgerên Tirkîyê yên li Sûrîyê jî got: Amerîka û hevpeymanên NATOyê li Sûrîyê di çarçova berjewendîyên xwe de kar dikin.